17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê bavê min xwar

Carekê mirovekî hindî anku ji Hindistanê li Iraqê wekî navmalî û xizmekarê malbateke ereb dixebitî

Carekê mirovekî hindî anku ji Hindistanê li Iraqê wekî navmalî û xizmekarê malbateke ereb dixebitî.

Têkiliya wî û malbata ereb gelekî xweş bû û kêfa hemû cîranan jî jê re dihat. Her ku diçû Hindistanê û vedigeriya gelek celebên baharatan bi xwe re dianî. Ji xwe hertim odeya wî tijî şûşeyên baharatan bû.

Carekê dîsa got min bêriya xizmên xwe kiriye û çû demekê li Hindistanê ma.

Malbata ereb bêriya baharatên wî kiribûn ketin odeya wî û çend şûşe baharat ji xwe re derxistin û bikar anîn.

Piştî ku mirovê hindî ji Hindistanê vegeriya, malbata ereb û cîran hatin ji bo xêrhatina wî bikin.

Ji nişkan ve mirovê hindî rahişt şûşekî ji şûşeyên ku vala bûne û kire hewar û qêrîn.  Cîranan pirsî te xêre. Yê hindî got di vî şûşeyî de toza hestiyê bavê min hebû we çi kiriye jê.

Tu nabêjî ew toza şûşeyê ku ereban wekî baharat bikar aniye, toza hestiyê bavê mirovê hindî ye. Piştî ku yê hindî behsa toza hestiyê bavê xwe kir mirovên ku baharat ji odeya wî, biribûn û bi kar anîn madê xwe xelandin û her yekî ji wan di dilê xwe de digot inşale baharata min biribû ne toza hestiyê bavê wî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê