2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajokarê Jin TV spartin axê

Bi hezaran welatiyan li Qamişloyê ajokarê Jin TV Necmedîn Feysel ê di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de hat qetilkirin, bi merasimekê spartin axê

Balafira Şer a Biçek û Bêmirov a Tirkiyeyê (SÎHA), di 23’ê tebaxê de maşîneya  Jin TV li Qamişlo bombe kir. Di êrîşê de ajokarê JIN TV Necmedîn Feysel li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Nûçegîhana Jin TV jî birîndar bû. Cenazeyê Necmedîn Feysel li goristana li Qamişloyê ji  aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Amirî, li ser gorê axivî û diyar kir ku gel bi xêra şehîdan serkeftinên mezin bi dest xistine û got: “Em ê doz û têkoşîna Şehit Necmedin bi encam bikin. Em ê li serkeftin û doza şehîdên xwe xwedî derkevin.

Xebatkara Jin TV Loristan Derweş jî anî ziman ku şehit Necmedin Feysel di şert û mercên herî zahmet de heta dawî têkoşiya û wiha got: “Em sersaxiyê  ji malbata Necmedîn re dixwazin. Em ê têkoşîna wî heta dawî bidomînin.”

Piştî axaftinan girseyê cenazeyê Necmedin Feysel spartin axê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê