spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zirarê dide çar parçeyên Kurdistanê

Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, têkildarî armanc û encamên hevdîtina Fîdan a bi malbata Barzanî re nirxand. Xelîl anî ziman ku Barzanî zerarê dide çar parçeyê Kurdistanê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di 22-23’ê tebaxê de li Bexde û Hewlerê bi rayedarên dewleta Iraqê û malbata Barzanî re hevdîtin kir. Neçîrvan û Mesrûr Barzanî bi germahî Fîdan pêşwazî kir û kêfxweş bûn. Li dijî helwesta pêşwazîkirinê ya Barzaniyan bertek û nerazîbûnên kurdan zêde ne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan di 22’yê tebaxê de serdana Bexdayê kir. Di 23’ê tebaxê de jî serdana Hewlerê kir û bi nûnerên hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr û Neçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinan êrîşên Tirkiye yên bi SÎHA ku li dijî Hewler, Silêmanî û Qamîşloyê zêde bûn. Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, têkildarî armanc û encamên hevdîtina Fîdan a bi malbata Barzanî re nirxand kir. Newaf Xelîl anî ziman ku armanca vê hevdîtinê gelek zelal û aşkere ye û wiha got: “Wezîr Hakan Fîdan armanca hevdîtina bi hikûmeta Iraqê û Herêma Federe a Kurdistanê re aşkere anî ziman. Diyar kir ku armanca wan li dijî pêşketina tevgera azadiyê ye.”

Newaf da zanîn ku balkêş bû Hakan Fîdan li Bexdeyê gelek hevdîtin kirin lê encam negirt û wiha got: “Rayedarên Bexdeyê diyar kirin ku Hakan Fîdan ne ji bo hevdîtinê hatibû. Wekî kesekî li jor, ferman dida. Li Hewler û Bexdeyê bi Turkmen û aliyê sunnîyan re hevdîtin kir. Bi gelek kes û rêxistinan re hevdîtin kir. Lê wezîrekî welatekî ne bi rayedarên dewletê û fermî re, bi hêzên din re hevdîtin kirin. Ji bo mesela ava çemê Dîcle û Firatê û tevgera azadiyê hevdîtin kir. Qutkirina avê bandorek pir mezin li ser Iraq û Sûriyeyê kiriye.”

Tirkiye Kurdistanê înkar dike

Newaf, destnîşan ku piştî serdana Hakan Fidan a li Başûr, HDP’ê jî û Tevgera Azadiyê jî diyar kirine ku ew ne li dijî hevdîtinan in, lê ew li dijî naveroka hevdîtinê ne û wiha axivî: “Em ne li dijî têkiliyan in. Lê em li dijin ku ew hevdîtin bibin hevdîtinên li diji tevgera kurdî. Wê çawa ev têkilî hebin û wê çawa ne li dijî tevgera kurdî bin? Heta duh jî Ajansa Anadolê, TRT û saziyên ragihandtinê yên tirk dibêjin, “Herêma Bakurê Iraqê”. Lê tevî ku Herêma Başûra Kurdistanê bi awayekî fermî di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye qebûlkirin û pejirandin û Neteweyên Yekbûyî jî vê yekê nas dikin, lê dîsa Tirkiye vê yekê înkar dike. Di van hevdîtinan de sûdwergirtina PDK’ê û kurdan çiye?”

Gotin 72 saetan lê 39 sal in têdikoşe 

Newaf Xelîl, bibîr xist ku Tevgera Azadiyê 39 salin li dijî hêza dewletekê ya wekî Tirkiye hebûna xwe diparêze û wiha berdewam kir: “Tirkiye bi hevkariya welatên Rojava ew qas sal in nikarin tevgera azadiyê ya kurdan têk bibe. 39 salin Tevgera Azadiyê şer dike. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de wê demê Turgut Ozal got wê 72 saetan li ber xwe bidin. Lê niha 39 sal in didome.”

Barzanî zirarê dide Kurdistanê 

Xelîl, da zanîn ku têkiliya di navbera Tirkiye û Hikûmeta Barzanî de zerar û ziyanek gelek mezin dide hemû beşên Kurdistanê û wiha lê zêde kir: “Zerarek mezin dide Başûrê Kurdistanê jî. Lê rastiyek jî heye divê mirov li xwe mikur bê. PDK, wekî ku Tirkiye mafek daye kurdan nêzîk dibe. Wekî dostê kurdan dibîne. Ragihandinên PDK’ê Rûdav û K24 herdu qanalên wan jî ev yek di manşetên nûçeyên xwe de dan. Wekî ku Serokê DYA’yê hatibe serdana wan nîşan dan. Wekî ku yekem car kurd bi mezinên cîhanê re bên cem hev nîşan da. Lê em dibînin ku Hakan Fidan, Hûlûsî Akar û Serokê Hakan Fidan dibêjin ne Başûrê  Kurdistan û ne jî Kurdistan heye. Hebûna Kurdistanê înkar dikin. Dibêjin Herêma Bakurê Iraqê.”

Newaf Xelîl da zanîn ku di roja Hakan Fidan çû Başûr Wezîrê Parastinê çû ser sînorê Başûr û di heman rojê de li gelek herêmên Kurdistanê êrîş pêk hatin û wiha pêde çû: “Em dibînin ku şer bi hemû şêweyî tê kirin. Çend roj berê maşîna JIN TV kirin hedef. Dîsa beriya wê berpirsên Rêveberên Herêma Xweser bûn hedefa êrîşan. Dema hêzên kurd û hêzên navdewletî li dijî van êrîşan bêdeng dimînin, êdî her kes dibin armanc. Tenê li Bakurê Kurdistanê şer û qirkirina siyasî tune. Êdî li dervê sînorê bakur şer û qirkirin heye. Kesên siyasetê dikin jî dibin armanc. Şerekî bi giştî heye. Şerê leşkerî û siyasî heye. Bi hezaran rêveberên HDP’ê girtî ne. Vê hikûmetê ji 2015’an de êdî ala şer bilind kiriye. Ev şer zerar û ziyanê dide hemû gelê Tirkiye û Kurdistanê û hemû kurdan.”

Xelîl bal kişand ser ziyareta Hakan Fidan a li Hewlerê jî û wiha axivî: “Gelek balkêş e ku Hakan Fidan bi Berpirsiyarê Eniya Turkmenan re rûniştiye. Divê gerek hûn nakokiyên nava xwe safî bikin. Divê gerek hûn amadekariya hilbijartinan bikin. Gelo çima HDK nafikire ku destpêkê nakokiyên Iraqê nade alî û li wir pêvajoya hilbijartinê nakin. Çima PDK û YNK nabin yek û derbasî cihekî wekî Kerkukê ku gelek stratejîk û girîng e nebin. Çima kurdên din ji bo wan nabin balpişt. Eger têkiliyên PDK bi HDP’ê û Rojava re xurt bûna, wê demê dê gotina wan li cem Hakkan Fidan bêtir bi bandor bûya.”

Dayîna mafên kurdan Tirkiye xurd dike

Xelîl bilêv kir ku tişta balkêş daxuyaniya Nûnerê Hevgirtiya Îslama Kurdistanê Selehattîn Bahaddîn bû û ev tişt got: “Got me ji Wezîrê Tirkiyeyê Hakkan Fidan re gotiye divê meseleya kurd bê çareserkirin. Mafê kurdan bê çespandin. Şer tiştekî çareser nake. Zerarê dide her kesî. Dayîna mafê kurd dê Tirkiye jî xurt bike. Lê min tu helwest ji aliyê PDK’ê ve nedît.”

Newaf Xelîl herî dawî anî ziman ku di salên dawî de PDK’ê bi tevgera azadiyê re û bi HDP’ê re dijberiyek stratejîk dike û wiha got: “Ev yek zerarê dide hemû kurdan u di encamê de zerarê dide PDK’ê. Ez hevî dikim ku PDK helwesta xwe biguherîge. Me di referandumê dît. Qamişlo, Kobanê û Efrîn hiştin. Mahabad û Kermanşah hiştin. Divê berî her tiştî yekîtiya navxweşî xurt bikin û piştre yekîtiya bi derve re qut bikin.”