4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiyê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi 4’emîn Kongreya Awarte  kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi 4’emîn Kongreya Awarte  kir. HDP kongreyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar dixe. Endam û rêveberên HDP’ê li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” vekirin. Kongre bi axaftinan didome. Derheqê wê de doza girtinê hatiye vekirin û amadekariyan dike ku xebatên çalak di serdema nû de dewrî Partiya Çepên Kesk bike.

Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye 

Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku têkoşîna wan, li zindanan, zeviyan, kolanan û her qadan didome û wiha got: “Em tu carî dest ji têkoşîna aştiya demokratîk bernadin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser bibe em ê vê têkoşînê bidomînin. Em soz didin ku em ê tecrîdê bi têkoşînê bişkînin. Yê herî zêde di aştiyê de têkişoşe gelê me. tecrîda li ser Birêz Ocalan, tecrîda li ser aştî, gel û pêşeroja vî welatî ye. Tecvrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû nasnameyan e. Ji bo parastina nasnameya hemû gelan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo gelê roman, çerkez, laz, kurd, ereb, tirk û hemû gelên din em soz didin ku em têkoşînê mezin bikin. Em soz didin ku em ê her tem li cem têkoşîna karker û kedkaran cih bigirin. Em soz didin ku em ê dawî li qeyûman bînin. Em soza berxwedanê didin.”

‘Em ê Jin Jiyan Azadî li her derê belav bikin’

Buldan bang li hemû kesan kir ku li dijî înkara kurdan her kes bibin yek û yekîtiyê xurt bikin û wiha lê zêde kir: “Li dijî înkar û îmhayê divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Heta yekîtiya gelê kurd pêk bê em têkoşîna xwe mezin bikin. HDP partiya jinan e. Jinan gelek destkeftî bi dest xistin û têkoşînek mezin dide. Jin di her qadê jiyanê de dimeşin û dê rê û têkoşîna xwe berdewam bikin. Jin xwedî hêza ku tu kes nikare wan rawestîne ye. Em ê dirûşmeya Jin Jiyan û Azadî li her qadê cîhanê bilind bikin û belav bikin.”

‘Teqez em ê bi ser bikevin’ 

Buldan, da zanîn ku wê soz daye ku li gel jinan heta dawî têbikoşe û wiha berdewam kir: “Em çi bikin dîsa kêm dimîne. Nêzî 5 salin ez di vê partiyê de erka Hevserokatiyê dikim. Lê niha dema guhertin û veguhertinê ye. Dengê ku me di hilbijartinê de bi dest xist. Kêm e û têr nake. Me bi gel re civîn li dar xistin. Di encama van civîna de me biryar da ku em 4’emîn Kongreya Awarte pêk bînin. Ji bo hemû kesên piştgirî dan min ez heta dawî spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Ev têkoşîna bi rûmet dê teqez bi ser bikeve. An azadî an azadî. Teqez em ê bi ser bikevin.