3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Erka xwe dewir dikim

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar di 4’emîn Kongreya Awarte de axivî û wiha got: “Piştî 30 salên xebatên akademîk, min erka siyasetê da ser milê xwe. Ez niha erka Hevserokatiyê dewr dikim. Teslîmiyet tune. Meşa me didome.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi 4’emîn Kongreya Awarte  kir. HDP kongreyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar dixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Armanca me hebû em negihiştin armanca xwe. Pişti hilbijartinan me soz dabû gelê xwe. Em ketin nava hewldanan ku em vê sozê pêk bînin. Me pêvajoya rexnedayîn û muhasebeyê kir.  Piştî muhasebe û rexnedayînê me dest bi vê kongreyê kir. Em ê rol û mîsyona xwe dewrî Partiya Çepên Kesk bikin. Lê di aliyê ruh de HDP dê her hebe.”

‘Em ê xwe mezin bikin’

Sancar, anî ziman ku ew ê xwe mezin bikin û wiha axivî: “Em neçar in xwe mezin bikin. Zilma zem, zor û tundiyê didome. Ji niha û şûnde em ê bi beşên cuda yên civakî û têkoşînên civaki re hevkariyên xwe berdewam bikin. Der barê guhertinê de gelek pêşniyar û rexne hene. Em ê hemûyan li ber çavan bigirin. Pêşniyar û rexne rê nîşanî me didin. Ji niha û şûnde em ê bêtir hişyar bin. Em li dijî gelên Tirkiyeyê xwedî berpirsiyar in. Em ê mezin bibin. Em ê bibin yek û mezin bibin. Em ê kêmasiyên xwe dînin ser masê û rêya xwe ji nûve ava bikin. Em ê mezinbûn û têkoşîna hevpar derxin asta herî jor.”

‘Ji bo aştî û edaletê em ketin rê’

Sancar, destnîşan kir ku ew ji bo aştî, demokrasî û edaletê ketine rê û wiha berdewam kir: “Armanca me ya sereke aştî bû. Em vê kongreya xwe diyarî Dayikên Aştiyê dikin. Ji bo têkoşîna Dayikên Aştiyê bigêje serkeftinê em vê kongreyê diyar dikin.  Dayikên me yên li Geverê jiyana xwe ji dest dan, di rêya zilmê de jiyana xwe ji dest dan. Em wan bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Em vê kongreyê diyarî hemû dayikan û hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin dikin. Aştî bi yekîtiyên mezin ên civakî pêk tê. Em ê bi vîna mezin a yekîtiya civakî ava bikin. Em ê li Tirkiyeyê mînaka avakirina siyasetê pêş bixin. Em ê bibin mînaka siyaseta etîk û demokratîk.”

Ez erka xwe dewr dikim

Sancar, da zanîn ku piştî 30 salên akademîk di 7’ê Hezîrana 2015’an de erka siyasî girt ser milê xwe û wiha bi dawî kir: “8 salin ez di nava siyasetê de me. Min hewl da ji bo aştî, demokrasî û edaletê tiştekî bikim. Piştre min erka hevserokatiyê da ser milê xwe. Niha ez erka Hevserokatiyê dewrî hevalek din dikim. Lê  dîsa wekî endamekî vê têkoşînê, ez ê ji bo gelê xwe têbikoşim. Em bi hevre ne. Ez ji niha de hevalê ku vê erkê bide ser milê xwe serkeftinê ji wan re dixwazim.  Teslîmiyet tune. Heta dawî têkoşîn heye. Ji bo hevalên li zindanê, hevalên li sirgûnê û her qadê kedê didin û li ber xwe didin em dimeşin. Serkeftin.”