27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kedkar li dijî qeyrana aboriyê herikîn Qada Îstasyonê

Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyek jiyana mirovî, alîgirê ked û xelkê ye em mil didin milê hev” li dar dixe. Bi rojan bû li Amedê û bajarên derûdora Amedê amadekariyên mitîngê dihatin kirin. Tevî hewa sar û baranê jî bi hezaran kedkar û karker herikîn qada mitîngê û kom bûn. Kedkar û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bajarên derdorê jî hatin û beşdar bûn.
Jinên sendîkayê kortejên cuda çêkirin û hatin qadê û bênavber dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin. Her wiha li qadê dengê dirûşmên, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Ne budçeya Qesrê budçeya gel’ bilind dibin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl,  Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, rêveberên HDP, DBP, ESP, PÎA, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê jî beşdarî mitîngê bûn.