5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bogdanov beriya civîna Astanayê peymanên dijminatiya kurdan da

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov beriya hevdîtina li Astanayê, peyamên piştgiriya bi dewleta tirk re da û wiha got: "Hêzên Amerîkayê destekê dide Rêveberiya Xweser a kurdan a ku li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye."

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi çareserkirina pirsgirêka kurdên li Sûriyeyê eleqedar nabe û nahêle Kurd bi Şamê re dan û standinan bikin. Bogdanov bi vê îdiaya xwe bangên domdar ên Rêveberiya Xweser ên ji bo diyalogên navxweyî û beyannameya wê ya çareseriyê, paşguh dike.

Bogdanov daxuyand ku hêzên DYA’yê li herêmên aborî yên girîng ên li rojhilatê Firatê ne ku petrol û jêderên xwezayî yên girîng lê hene. Bogdanov bi vê yekê dixwaze bibêje ku behermên Sûriyeyê têne ji alî Amwerîkayê ve tên desteserkirin. Lê Rêveberiya Xweser di beynnameya xwe de teqez kir ku ev berhem milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye.

Bogdanov, kurd û Rêveberiya Xweser bi parçkirina xaka Sûriyeyê tawanbar kirin û got: “Hêzên Amerîkayê destekê dide Rêveberiya Xweser a kurdan a ku li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Ev yek qet nayê qebûlkirin.”

Daxuyaniya rayedarê rûs wekî piştevaniya bi dewleta tirk û hikumeta Şamê re ye, lewre Moskovayê di nava hewldanan de ye da ku her du aliyan li hev bîne.

Cîgirên Wezîrê Karên Derve yên Rûsya, Îran, dewleta tirk û hikumeta Şamê ku dê sibe li Astanayê bicivin, her tim di nava hewldanan de ne da ku li ser hesabê gelê Sûriyeyê bazaran bikin û berjewendiyên xwe bi cih bînin. Yek ji encamên torên Astanayê; dewleta tirk hinek herêmê radestî Rûsya û hikumeta Şamê kirin, li beramberî wê Rûsyayê destûr da rejîma tirk ku hinek herêmên bakurê Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe.

Civîna Astanayê di 20-21 Hezîranê de pêk tê

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê roja înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku tora 20’an a dan û standinên Astanayê yên der barê dosyaya Sûriyeyê de dê 20 û 21’ê Hezîranê li Astanayê werin lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şandeyên dewleta tirk, Rûsya, Îran, nûnerên hikumeta Şamê û qaşo opozîsyona Sûriyeyê dê beşdarî civînê bibin. Her wiha hate diyarkirin ku NY, Urdin, Lubnan û Iraq dê wek çavdêr tev li civînê bibin.