2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guneş: Li gorî DMME’ê divê Ocalan bê berdan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Parêzerê Abdullah Ocalan Omer Guneş destnişan kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa di sala 2014’an de biryar da û got: “DMME’ê di biryarê de diyar kir ku nikarin Ocalan ji 25 salan zêdetir bigirin. Divê Tirkiye Ocalan serbest berde

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal berê bi komployek navdewletî ji Şamê hat derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de yanî 24 sal berê teslîmî Tirkiyeyê hat girtin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 24 sal in di yek hucreye de di tecrîda giran de tê girtin. Zêdeyî 31 mehan e bi tu awayî agahiyê ji derve nagire. Gele kurd jî bi tu awayî nikare agahiyê ji Ocalan bigirin.

Di 10’ê Cotmehê de li seranserî cîhanê li 74 navendên cîhanê gelên xwedî nasnameyên cuda Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kirin. Dostên kurdan bi hamleya “Ji bo Ocalan azadî, ji pirsgireka kurd re çareserî”, azadiya Ocalan xwestin.

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Omer Guneş, têkildarî tecrîdê û hamleya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” ku li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin nirxandin kir. Omer Guneş, ewil bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Mirov dikare tecrîdê ji du aliyan ve binirxîne. Yek ji aliyê siyasî ve û ya din ji aliyê hiqûqî ve. Di aliyê hiqûqî de 9-10 caran Saziya CPT’ê rapor amade kirin û aşkere kirin. CPT di hemû raporan de balê dikişine ser tecrîda mutlaq. Di raporê de diyar dikin ku divê tecrîd rabe.”

DMME: Nikarin Ocalan zêdeyî 25 salan di zindanê de bigirin

Guneş destnişan kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî di sala 2014’an de biryar da  û wiha  lê zêde kir: “DMME’ê di biryarê de diyar kir ku nikarin Ocalan ji 25 salan zêdetir bigirin. Îsal jî salvegera 25’emîn e. Êdî di aliyê hiqûqî de jî bingeha girtina Ocalan pûç e. Eger Tirkiye her çiqas li gorî qanûnê xwe muebeta girankirî dabe jî, lê dema di navbera hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî de nakokî çêdibe, li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê divê qanûnên navneteweyî esas bê girtin. Yanî divê qanûn û biryarên DMME’ê esas bên girtin. Eger Tirkiye DMME’ê esas bigire, divê Ocalan îsal bê azadkirin. Girtina Birêz Ocalan ji aliyê hiqûqa navneteweyî jî pûç bûye.”

Ocalan ji bo pirsgirêka kurd di zindanê de ye

Guneş, da zanîn ku di aliyê siyasî de jî Ocalan ji bo sûcekî ne girtî ye û wiha berdewam kir: “Ji bo pirsgirêka kurd di zindanê de ye. Ji ber Birêz Ocalan rêbertiya gelekî dike, ji ber Birêz Ocalan teorîsyena modelekê dike, ev model li ser felsefeya jiyana hevpar a prensibi hatiye avakirin. Bi taybetî li ser civaknasiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Lazim e hemû saziyên cîhanê yên demokratîk, hemû hiqûqnasên cîhanê yên demokratîk û hemû parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û şexsiyetên xwedî gotin, rewşenbîr û nivîskar li Birêz Ocalan û felsefeya wî xwedî derkevin. Ev hamle ji xwe azadiya  Rêbertiyê ya fizîkî esas digire. Ev ji aliyê dostên kurdan ên cîhanê yên demokratîk ve ev hamle hatiye destpêkirin.  Berê kurdan bi vê tarzê hamle dikir. Lê ev hamle êdî bêtir girîng e. Ji ber ku êdî gelên cîhanê yên demokrat û saziyên cîhanê yên demokrat ev pêngav dane destpêkirin, em jî destekê didine. Em dixwazin ev hamle bêtir firehtir bibe. Hêzên derve li ser Tirkiyeyê zext û zordariyan bikin ku Tirkiye neçar bimîne van daxwazên azadiya Birêz Ocalan li ber çavan bigire û gavan bavêje.”

Herî dawî Guneş bibîr xist ku Tirkiye mecbûre ku bi dinamik û hêzên derve bê guhertin û wiha bi dawî kir: “Hêz û dînamîkên nava Tirkiyeyê têra guhertina Tirkiyeyê na ke. Lazim e ji derve zordarî li Tirkiyeyê bê kirin ku Tirkiye bê guhertin.”