27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çadir kirin dibistan

Çar sal berê di 20’ê Çileya 2018’an de li ber çavê hemû cîhanê û Neteweyên Yekbûyî  (NY), hêzên çekdar ên tirk bi tang, top û balafirên şer êrîşî Efrînê kir. Tirkiye di şeva ewil de bi 72 balafirên şer li ser axa Efrînê bombe barandin. Piştî Tirkiye di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dakir kir û hêzên çeteyan li axa Efrînê bi cih kir, talankirin, wêrankirin, revandin, dizî, kuştin  zêde bû. Niha komên çeteyan ên li Efrînê  revandina mirovan û talankirina warên dîrokî didomînin. Hewldana guhertina demokrafiyê berdewa dikin.

Li aliyê din bi sed hezaran şêniyên Efrînê ku li kampên Şehbayê bi cih bûn, di nava şertên herî dijwar de dîsa xwe bi rêxistin kirin û li dijî hemû êrîş, dorpêç û şertên giran xwe diparêzin û pergala xwe ava dikin.

Bi minasebeta 4’emîn salvegera dagirkirina Efrinê em bi Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa re axivîn.

Li tevahiya  ezmanê Efrînê balafirên Tirkiyeyê hebûn

Cibraîl Mistefa, anî ziman ku di 20’ê çileyê 2018’an de dema Tirkiye êrîş kir ew li Efrînê bû û wiha got: “Çar sal berê dewletê bi awayekî hov êrîşî Efrînê kir. Ku ne jin û xortên Efrînê bûna tu kesan nikaribû 58 rojan li diji wê hovîtiyê li ber xwe bidaya. Di şeva 21’an de bi tang, top, balafir û fuzeyan êrîş kirin. Hemû gund topbaran kirin. Xwestin hemû gelê Efrînê gund û warê xwe berdin û koç bikin. Tevahiya ezmanê Efrînê bû balafirên Tirkiyeyê. Bi balafiran li gundan û bajêr xistin. Di ser rûyê erdê re jî ji çar aliyê Efrînê nêzî 20 hezar çete ketin axa Efrînê. Ji çar aliyên Efrînê êrîşî me kirin. Piştî êrîşa 58 rojan dewleta tirk Efrîn dagir kirin.”

‘Zêdeyî 700 sivîl hatin qetilkirin’

Mistefa diyar kir ku yek ji encamê dagirkirina Efrînê tevahiya demokrafiya Efrînê hat guhertin û wiha axivî: “Piştî vê dagirkeriyê zedeyî 300 hezar mirovên kurd koç kirin. Di van êrîşên tang, top û balafiran de zêdeyî 700 însanên sivîl hatin kuştin. Li gelek gundan komkujî kirin. Bi awayekî pir hov êrîşî Efrînê kirin. Ev siyaseta guhertina demografiyê heta niha didome. Niha merhaleya duyemîn li ser gelê me yê wir dane destpêkirin. Mirovan me yên li wir direvînin îşkence li wan dikin û dikujin. Fidye ji malbatan dixwazin. Jinên ji 18 salî biçûktir bi zorê direvînin û bi zorê bi wan re dizewicin. Dizî, talankirin û wêrankirina warên dîrokî pêş dixin. Dixwazin bi vê yekê gelê me yê li wir mayî jî koçber bikin.”

Di 4 salan de zedeyi 8 hezar mirov revandin

Cibraîl Mistefa li ser revandina mirovan jî rawestiya û ev agahî dan: “Li gorî belge û lêkolînên me yên me bi dest xistine, di nava 4 salan de zêdeyî 8 hezar mirov revandin. Îşkence li wan kirin. Ji çar paran parek wan em niha nizanin li ku ne. Qedera wan ne diyar e. Dîsa zêdeyî 4 sed hezar darên zeytûnê  rakirin, birîne û şewitandine.  Dîsa zeviyên çandineyê şewitandin. Zêdeyî 15 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin. Di aliyê guhertina demokrafiyê de jî zêdeyî 18 wargehên nû ava kirin. Li Efrînê 7 nehiye hene. Li tevan wargehên nû ava kirin. Nêzî 4 sed hezar malbatên çeteyananîn li Efrînê bi cih kirin.

Piştî çete ketin Efrînê întîhar zêde bûn

Dest danîn ser malen gel. Di demên dawî de întîhara jinan zêde dibe. Ev ne çanda Efrînê ye. Beriya ku çete têkevin Efrînê tu kesî întîhar nedikir. Lê ji ber çete dest dirêjî jinan dikin, zor û zextan zêde dikin întîhar zêde bûne.”

Cibraîl Mistefa li ser talankirin û wêrankirina warên dîrokî û avakirina dibistanên tirkan rawestiya û wiha got: “Cihên dîroki wekî cihê Enwer, Eyn Darê, Keleha Horî, Mezargeha Qere Curên, Girê Ereb Şêxo, Girê Kefer Romê, Gundê Qîbarê, Dêra Marmaronê û gelek şûnwarên din ên ji aliyê UNESCO ve hatine tescîlkirin ji aliyê çetayan ve hatin wêrankirin. Xera dikin diziya wan dikin. Hem talan dikin û wêran dikin, hem didizin û hem jî ser rastiyê vedişêrin. Bi vê talankirin, wêrankirin û diziyê dixwazin dîroka rast veşêrin. Dixwazin dîroka Efrinê veşêrin û bêjin Ev der girêdayî Osmaniyê ye.”

Li her dibistanên Efrînê wêneyê Erdogan heye

Mistefa bal kişand ser avakirina dibistanên tirkî jî û wiha berdewam kir: “Li dibistanan zimanê tirkî ferz kirine. Li her dibistanê wêneyê Erdogan bi dîwar vekirine. Siloganên şoven û nijadperest  pêş dixin. Hişmendiya dînî yên li gorî El Nusna û DAIŞ’ê li zarokan ferz rikin.”

Cibraîl Mistefa li ser pergala ku gelê Efrînê li Şehbayê ava kiriye jî rawestiya û wiha axivî: “Roja 18’ê Adarê ku gelê Efrînê ji Efrînê derket rojek reş e. Lê gelê Efrînê pir bi rêxistin û pergal e. Em bi vê yekê bawer in. Piştî em hatin Şehbayê me li wir bi lez rêxistinên civakî ava kir. Me dîsa xwe bi rêxistin kir û me di binê çadiran de zarokê xwe perwerde kirin.  Me 7-8 çadir ava kirin û zarok li wir perwerdekirin. Lê li vir dewleta tirk êrîş anîn ser me. Lê dîsa milet xwe bi rêxistin kir. Pirsgirêkên me ne nan, mazot û debar e. Em doza jiyanek birûmet dikin. Çawa ku dewleta tirk li dijî me siyasetek qirêj dimeşîne, rejîm jî li vir heman siyasetê li dijî me dimeşîne. 4 sal in em li vir in. Rejîmê 5-6 caran em dorpêç kirin. Rejîm jî di aliyê îlacan, gaz-mazotê de li ser me ambargo pêş dixe. Peymana rejîmê û dewleta tirk li ser gelê kurd hevpar e. Di pergala saziyên navdewletî de heye. Di aliyê tenduristiyê de li gorî daxwazên rejîmê tev digerin. Rejîm tu carî naxwaze gelê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê xwedî vîn be.

Rejim heta rêjeya avê jî li ser me kêm dike. Hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên siyasî li ser van binpêkirinên mafên mirovan nasekinin. Gelê Efrînê gihiştiye astek şoreşker. Li her derê dikare xwe bi rêxistin bike. Dikare xwe bi rêve bibe û biparêze. Li ku dibe bila bile di aliyê civakî û ewlehiyê de parastina xwe dike. Me li gundan hêzên parastina cewherî ava kiriye. Saziyên me yên civakî heye. Hêza asayişê heye. Dîsa jî di her alî de ji aliyê rejîmê û dewletên pergalê ve zext li ser me zêde ye. Dîsa balafirên tirk ên keşfê li ser me digerin.”

‘Dema em hatin Şehba xirabe bû’  

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran Mistefa bibîr xist ku dema hatin li Şehbayê bi cih bûn, Şehba ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû xerakirin û wiha bi dawî kir: “Dema em hatin vir xerabe bû. DAIŞ lê bi cih bûbû û xera kiribû. Me vir ji DAIŞ’ê rizgar kir. Niha şaredarî li gorî derfeta xwe xizmeta av, rê û pêdiviyên civakê dike. Dîsa di aliyê tenduristî û civakî de di her aliyê de xizmetê dike.  Ji bo vegera Efrînê rêveberiya xweser gavên gelek baş avêtin. Dewletên berê dijminantî bi mere dikirin îro bûne dostên me. Mînak, navendên rêveberiyê li DYA, Swêd û pir cihên din vebûne. Pirsgirêkên Efrînê ne pirsgirêka Efrînê tenê ye. Niha 12 milyon mirov ji ber şer ji tevahiya Sûriyeyê koçber bûne. Lê em hemû gelên kurd, ereb, suryan  yên li Sûriye dijîn me tevan destê xwe daye hev û em Sûriyeyek demokratik dixwazin. Em dixwazin Sûriye ya me tevan be.  Lê dewlet li gorî berjewendiyên siyasî nêzik dibin.”