28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber KE’yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê

Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan, kurd û dostên wan li ber avahiya Parlamentoya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, çalakiyeke ji bo 3 rojan da destpêkirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan, kurd û dostên wan li ber avahiya Parlamentoya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, çalakiyeke ji bo 3 rojan da destpêkirin. Li ser banga KCDK-E’yê çalakger li ber avahiya parlamentoyê kom bûn û li vir bi berzkirina dirûşman tecrîd protesto kir. Çalakgeran daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku wê têkoşînê geş bikin.

Gelek nûnerên saziyan tev li daxuyaniya çapemeniyê bûn. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û wiha got: “Me ji bo Rêber Apo li vir çalakiyeke ji bo 3 rojan da destpêkirin. Em nizanin ku CPT bi Rêbertî re hevdîtin kiriye yan nekiriye. Heta ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, çalakiyên me wê dewam bikin.”

Li ser navê Platforma Azadî Ji Bo Ocalan, Parêzer Omer Guneş axaftinek kir û got ku divê saziyên Ewropa, CPT, DMME, KE û NY ji bo rakirina vê tecrîdê, rolê xwe bilîzin.

Aktîvîsta TJK-E’yê Helen Dersimê jî diyar kir ku ew jinên kurd şopdarê paradîgmaya Abdûlah Ocalan in û ji bo azadiya wî, wê dest ji têkoşînê bernedin û wiha got: “Li cîhanê ne tenê kurd, ji neteweyên din jî bi milyonan mirov Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin. Heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Em ê tecrîdê bi tu awayî qebûl nekin

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî bang li KE û CPT’yê kir û wiha got: “Ev 22 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Tu peywendiyên bi malbat û parêzeran re nîne. Ev bi serê xwe êşkenceyek e. Tecrîda mûtlaq li dijî qanûn Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan bi tu awayî qebûl nekin. Divê saziyên Ewropayê xwedî li erkên xwe derbikevin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê zextê li Tirkiyeyê bikin.”