7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora fikra li Îmraliyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

"Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qad di nava krîzeke mezin de ye. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya derxistina holê ya vê rastiyê ye. Ez ji van qeyran û krîzan re li çareseriyê digerim.”

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di vê pêvajoya 24 salan de, li girtîgeha Îmraliyê di bin şertên herî zahmet de, bipêşxistina Paradîgma Neteweya Demokratîk ji milekî ve komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û ji aliyê din ve jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyî pûç kir. Ev paradîgmaya ku xwe dispêre jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan ne ji bo gelê kurd tenê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn weke projeyeke pir girîng e.

Abdûlah Ocalan di hevdîtin û parêznameyên xwe de bi berfirehî li ser armanca komployê jî nirxandin kirine. Der barê têkoşîna xwe ya li dijî hêzên komploger de jî van nirxandinan dike.

“Şert û mercên Îmraliyê ne tenê weke şexs, weke komar û gel tê wateya zayîna sêyemîn. Pêvajo li gorî hemû hêzan ji nû ve zayînê îfade dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qad di nava krîzeke mezin de ye. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya derxistina holê ya vê rastiyê ye. Ez ji van qeyran û krîzan re li çareseriyê digerim.”

Abdûlah Ocalan îşaret bi krîza di nav komara tirk de jî dike û bi van gotinan îşaret bi riyên çareseriyê dike. “Diyardeya siyasî ya Tirkiyeyê wekî Meclis û hikumet di halê heyî de erka xwe bi cih tîne. Bi pirsgirêkan ser pirsgirêkan digire ango wan vedişêre ev jî dibe sedem ku çareserî pêş nekeve û têk biçe. Ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîzê jî siyaset e. Heta ku mekanîzmeyên piralî nekevin dewreyê wê ev krîza heyî berdewam bike.”

Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Abdûlah Ocalan hişmendiyeke nû ya dîrok, civak û naskirina dijmin a danî pêşiya gelê kurd e. Abdûlah Ocalan bi vê paradîgmayê ve di nava kurdan û gelên herêmê de şoreşeke nû ya hişmendî û zihniyetê afirand. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi pergala tecrîd û îşkenceyê hewl dide ku li pêşiya fikrên rêbertiyê bigire. Di nava zext û bêderfetiyên herî dijwar de jî Abdûlah Ocalan di çarçovaya paradigmaya Civaka Demokratîk de ji bo hemû beşên civakê projeyên cuda bi pêş xist.

Em lê mêze dikin paradîgmaya Civaka demokratîk roj bi roj li seranserî cîhanê belav dibe. Ev di asta hebûna dîrokî ya mirovî de di nava hebûna azad a demokratîk de pêk tê. Nebesiyên pergala modernîteya kapîtalîst û rewşa xeter a civakê ‘Têgîna Modernîteya Demokratîk’ e ku bingeha xwe ji paradîgmaya civaka Demokratîk digire. Bi vî rengî xeteke îdeolojîk-polîtîk û hişmendiyeke ku çareseriyê peyda dike derket holê.

Abdûlah Ocalan bi vê paradîgmayê pergala desthilat û dewletê ya ku komplo derxistin holê derbas kir. Nîşan da ku ji derveyî vê hişmendî û siyasetê riyeke din heye. Hemû beşên civakê di vê çarçoveyê de dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ger em bînin bîra xwe Abdûlah Ocalan di hevdîtinên xwe yên li gel parêzeran de banga kongre û konferansên aştiyê û îslama demokratîk kiribûn. Di serî de Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê di çarçoveya Paratîdgmaya Neteweya Demkratîk de nîqaşên li ser van mijaran bên meşandin wê ji bo aştiya cîhanê bibin gavên destpêkê.

Hêzên komploger jî di ferqa van fikran de ne û dibînin ku roj bi roj li cîhanê belav dibin. Bi armanca pêşî li vê fikrê bigirin di gava ewil de komploya navneteweyî xistin dewreyê, niha jî hewl didin bi pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê komployê kûrtir bikin. Divê bê zanîn ku polîtîkayên Îmralî, tecrîd, îşkenceyeke fîzîkî û derûnî ye. Bi vê dixwazin komployê bigihînin serketinê. Hemû polîtîka li ser vê bingehê tê kirin. Pêkanînên li Îmraliyê jî li gorî vê tên guhertin ê şekil digire.

Divê pênaseya komploya 15’ê Sibatê rast bê kirin; armanca komployê biserxistina qirkirina kurdan bû. Ji ber ku Abdûlah Ocalan li dijî vê qirkirinê rabû û têdikoşiya, bû hedefa komplogeran. Di şexsê Abdûlah Ocalan de tevahiya gelê kurd tê hedefgirtin. Em bala xwe bidinê em ê bibînin ku êrîş li ser gelê kurd, pêşeng û civaka kurd bi pêş dikevin, mafên wan ên herî bingehîn tên desteserkirin, siyasetmedarên kurd bi awayekî herî derqanûnî tên girtin, dest datînin ser şaredarî, sazî û rêxistinên vî gelî. Li dijî van hemû pêkanînan her kes bê deng û bê helwest e. Hêzên di komploya navneteweyî de cıh girtibûn di çarçoveya berjewediyên xwe yên herêmî de çavê xwe ji van sûcên dewleta tirk re digirin.

Abdûlah Ocalan bi pêşxistina Paradîgmaya Netewa Demokratîk bersiva herî xurt da van kiryarên dermirovî. Lewma îro ne Abdûlah Ocalan tenê di şexsê wî de civakek tê hedefgirtin û di qirkirinê re tê derbaskirin. Li dijî vê jî divê gelê kurd ji her demê zêdetir li Rêbertiya xwe û hebûna xwe xwedî derkeve.