spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qebûlkirina dersa hilbijarî li dijî ruhê kurdî ye

Tu dibê qey ji sala par de ye, gencîneyeke wisa hatiye dîtin ku gava em kurdiyê bi vî awayî, wekî dersa (hil)bijarî qebûl bikin, ew ê ruhê kurdî xilas bibe. Lê ‘kurê pîrê ne wisa ye.

Di rojên dawîn de nîqaşa dersên hilbijarî dest pê kiriye û ev nîqaş dewam dike. Gelek derdorên cihêreng li ser vê mijarê nîqaş dikin û boçûnên xwe ji raya giştî re parve dikin. Hikumet û aliyên ku di vê mijarê de piştgiriyê didin hikumetê, vê yekê weke destkeftiyeke daxwazên kurdan ên bingehîn çareser dike, pêşkêş dikin. Nivîskar Dîlawer Zeraq, der barê mijarê de ji rojnameya me Xwebûnê re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Dîlawer Zeraq, bi bîr xist ku nêzî 10 salan e dersên hilbijarî tên dayîn û ev tişt gotin: “Dersa (hil)bijarî, mîna ku em ji nû ve dawetê daynin û ji hev re bejin; ‘malavayo tu bi xêr hatî!’, ji par de ye, li me dibe behs. Ez ne şaş bim, nêzikî deh salan e ev dersa (hil)bijarî heye û heta sala par, jixwe hin derdor ne di hay û xema vê yeke de bûn jî. Lê tu dibe qey ji sala par de ye, gencîneyeke wisa hatiye dîtin ku gava em kurdiyê bi vî awayî, wekî dersa (hil)bijarî qebûl bikin, ew ê ruhê kurdî xilas bibe. Lê ‘kurê pîrê ne wisa ye.’ Helbet, gava dengê kurdî li fêrgehan biçe zarokên kurdan, ev yek tiştekî baş e. Ez vê yekê neyin (red) nakim û hebûna wê jî tiştekî baş qebûl dikim; ji ber ku piştî têkoşînên bi salan û bi gelek berdêlan ev heq û derfet hatiye bidestxistin. Lê ji hêlekê ve jî dibêjim; gelo dengê ku li fêrgehan diçe guhê zarokên kurdan dengekî çawa ye? Ev yek pir girîng e. Gelo ew deng; careke din jî û ji nû ve ruh û kakila kurdî ava dike di hiş û bîr û dil û ruhê kurdî de yan na, bi awayekî xapînoskî, em bi ‘daxwazên xwe yên nostaljîk’ re xwe têr dikin? Mesele hinekî jî ev e.”

Merhele destkeftiyek e

Der barê helwesta kurdan a ji bo dersên hilbijarî jî Zeraq ev nirxandin kirin: “Li ser fikra min, ji serî de ye, ez wekî bikaranîna derfeta bidestxistî, alîgir im ku dersa kurdî ya (hil)bijarî were (hil)bijartin. Ger wekî hejmar, ev yek bigihîje hejmareke mezin wê dewlet jî di heman demê de çarneçar bimîne û mamosteyên kurdî li fêrgehan bi peywir bike û gerînekeke bi vî rengî, hindik be jî, wê atmosfereke livokî çêke. Û ev atmosfer, qet nebe wê kurdî di rojevê de bihêle.”

Zeraq, destnîşan kir ku merheleya dersên hilbijarî destkeftiyeke bi berdêlên giran hatiye vê astê û wiha axivî: “Niha, ger em ji alî xwe ve bala xwe bidinê, ‘destkeftineke taybet ya bi berdêlan e.’ Ji bo bidestxistina vî mafî, jixwe em nikarin bihesibînin ka çend ji me rastî çi bobelatan hatin û çend ji me çûn axa sar. Ger em ji alî serdestan û dewletê ve lê binihêrin, ji xapandinê wêdetir, ‘ewarekirinek’e. Ev ewarekirin ji du hêlan ve ye: A pêşî, dewlet naxwaze tu tiştekî der heqê kurdî û kurdan de ji hikm û destê wê derkeve û her tim hewlê dide tiştên bi kurdan re eleqedar, bi destê xwe re bihêle. Ya di pey re, li ser dibetiyan e. Li ser hesaban e. Li ser polîtîkayê ye. Ev yek jî dike ku destê dewletê xurt be ji hin hêlan ve û karibe bêje, ‘va ye min kêm zêde heqê kurdan daye wan.’ Gelo ev heq e? Erê heq e. Lê heqê dayî, ‘nîvkuştîkirî’ ye. Yanî, tiştê ‘nîvkuştî’, careke din jî hatiye ‘nîvkuştîkirin.’ Û ew heqê hanê, bi wî awayî danîne ber me û ji me re dibêjin; pê qayîl bin. Rewşa heyî, hinek wisa ye.”

‘Gelo te xêr e?’

Di berdewama axaftina xwe de Zeraq, der barê helwest û daxuyaniyên partiyên siyasî yên ji bo zimanê kurdî de jî nirxandin kirin û wiha pêde çû: “Ez mijara heq û azadiya kurdî û kurdan, wekî gelemşeya partiyên li Tirkiyeyê qebûl nakim û wisa jî lê nanihêrim. Ev yek, mijareke serdestiya mêtingeriyê ye û rasterast bi dewletê û îdeolojiya avabûna dewletê ve bestandî ye. Loma jî, her çi partî yan jî kesên giregir ên ji alî wan ve çend gotinan bikin, ez ê berê xwe bidim polîtîkayên dewletî. Ez ê bala xwe bidimê; ka hewldana wan ji bo çi ye û berê me didin bi kîjan alî ve. Loma jî, çi gava kes û serokên partiyên Tirkiyeyê gotinên wisa bikin, tenê pirsek di serê min de çêdibe; “Gelo te xêr e?!”… Yanî kurt û kurmancî, di warê kurdan de, (ne pirsgirêka kurd, ez vê binavkirinê rast nabînim) ez ji kes û giregirên dewletê û ji siyaseta partiyên wisa ne bawer im.”

Zeraq, ji bo çareseriya pirgirêka zimanê kurdî jî diyar kir ku divê her kes gotinên pûç û sloganîk bide aliyekî, gotin û kirina xwe bike yek û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hewce ye, em serê pêşîn xwe ji gotinên pûç û sloganîk bidin alî. Çi giregirên kurdan, çi hunermend, çi zengîn, çi xwende û entellektuel. Zimanê kurdî, di van 15 salên dawiyê de, ji alî gelekan ve, wekî amraz hat bikaranîn. Bi taybetî ji alî siyaseta li ber çavan ve. Ger em di gotin û kirina xwe de ne yek bin û devê me tiştekî bêje û lingê me bi aliyê vajî wê gotinê ve biçe, hingê ne tenê dewlet, mirovên derveyî vê meseleyê jî wê ji me bawer nake; û jixwe ev 15 sal in jî rewşa me ev e.

Hişmendiya ziman divê

Hewce ye em bêjareke (discourse) nû ava bikin û em sedem û bingehên wê bêjarê wekî raman û wekî çalakiyên demokratîk bidin der. Hewce ye, çîna zengîn, çîna navîn, burjûvaya biçûk û kesên di siyasetê de, weşek li xwe bixin û dev ji hînbûyînên (banekiyên) xwe berdin û dev ji fikra xwe ya ‘tenê ez dizanim’ berdin. Na, va ye, di van 15 salên dawiyê de, xuya bû ku siyaset bi qasî gel ne zana ye di warê zimên û çandê de. Pêkanîna çalakiyên demokratîk ên min behsjêkirî, hewce ye hem parçe bi parçe hem jî girse bi girse bên kirin. Ne tenê meş û mitîng bên kirin, hewce ye hunerên wek muzîk û şano li her derê aktîftir bin. A girîngtir; hewce ye ‘hişmendiyeke zimanî ya girseyî’ bê avakirin û ji bo vê jî, li her deverê, ‘atolyeyên wêjeyê û hişmendiya zimanî’ bên çêkirin. Bi taybetî dixwazim bêjim; kursên li saziyan, tenê ziman hîn dike, ez behsa wan nakim. Ew jixwe hene û ew ê hebin jî. Ez behsa avakirina hişmendiya zimanî dikim; yanî, ew hişmendiya ku wê mirin jî nikaribe pê. Gava em ji bo xwe têkevin hewldaneke bi vî rengî, wê hingê, wê dewlet jî bibîne ku serê pêşîn em ji xwe re rast in.”