15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê li dijî sîxuran operasyona tolhildanê

YBŞ'ê Operasyona Tolhildanê” li dijî ‘Torên Sîxûran’ dane destpêkirin û kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine desteserkirin jî li xwe mikur hatine ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine rêxistinkirin

Li gorî agahiyan Yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşî pêngaveke bi navê “Operasyona Tolhildanê” li dijî ‘Torên Sîxûran’ dane destpêkirin û kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine desteserkirin jî li xwe mikur hatine ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine rêxistinkirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşiya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî ‘sîxûran’ pêngaveke girtinê ya bi navê “Operasyona Tolhildanê” dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên peyamnêra ajansa Rojnewsê ya Şengalê ji çavkaniyeke ewlekariyê ya di nava operasyonê de girtiye, di encama operasyonê de li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘Sîxûriyê’ hatine girtin.

Çavkaniyê ragihand kesên hatine girtin destê wan di êrîşên dijî ser Şengalê û di xwîna gelek pêşengên Êzîdî de heye û van zanyariyan da: “Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û binçavkirina sîxûran û kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene bigirin. Hêzên me jî piştî lêkolîn û agahî komkirineke demdirêj derbarê torên sîxûriyê de biryara operasyoneke hevbeş dan. Piştî hemû zanyarî piştrastbûn me dest bi operasyoneke hevbeş a tolhildanê kir. Operasyona ku me kir serkeftîbû.”

Heman çavkaniya diyar kir kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, lixwe mikûr hatine ku li dijî civaka Êzidî tawan kirine û wiha got: “Beşek ji sîxûrên ku hêzên ewlekariyê girtine, li xwemikûr hatin ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine erkdarkirin, ji bo agahiyên derbarê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka Êzidî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê.”

Di dewama axaftina xwede çavkaniyê agahiyeke din a girîng jî da û got: “Di encama lêpirsîna li gel sîxûrên ku hatine kirin de êrîşên li dijî hinek pêşengên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de hatine zelalkirin û encamên girîng ji van lêpirsînan bidestxistine.”

Li gorî agahiyên ku çavkanî daye ajansa me dibe encamên operasyonê û lixwemikûrhatinên kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, ji raya giştî re eşkere bikin: “Ev tora sîxûriyê çawa li Şengalê hatiye rêxistin kirin, di berdêla xiyanetê de çi soz ji bo wan hatiye dayîn hemû îtîraf kirine. Dibe hêzên me encamên operasyonê û îtîrafên sîxûran bi raya giştî re parve bike.”

Di dawiya axaftina xwede jî çavkaniyê dazanîn operasyona wan ya li dijî tora sîxûran ya li Şengalê hîn dewam dike. Heman çavkaniyê dîmeneke kurt ya operasyonê jî ji bo peyamnêra me şand.

Ji sala 2017’an ve heya niha bi dehan êrîşên hewayî yên bi balafirên sîxûrî yên Tirk li dijî saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşeng û fermandarên Êzîdiyan çêbûye. Di encamê de gelek rêveber û fermandarên Êzidî şehîdbûne. Hemû êrîşên ku çêbûne jî li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta Tirk operasyonên îstîxbaratîbûne û bi rêya îstîxbaratê pêkanîne.