3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma Musicê, li Stenbolê konsereke bicoş pêk anî

Beriya 6 salan me li Amedê soz da gel; çi dibe bila bibe em ê van zarokan bê muzîk nehêlin. Ne tenê zarokan me got ku em ê malbatên zarokan jî bê muzîk nehêlin

Ma Music ku navenda wê li Amedê ye û xebatên çandî pêk tîne, piştî Enqerê li Stenbolê jî konsereke bicoş da. Konsera ku li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li navçeya Avcilarê hat dayîn bi hezaran kes tev li bûn. Hunermendên Ma Musîcê ku bi eleqeyeke zêde ya beşdaran derketin ser dikê, stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de diyariyê hemû jinên berxwedêr kirin.

Hunermendan stranên hunermendên kurd Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Merûf, Reşîdê Cindî, Alî Baran, Îsa Berwarî, Şukrî Rêkanî û Radyoya Êrîvanê gotin. Beşdarên konserê jî bi çepik û tilîlî coş dan konserê.

‘Me soz dabû zarokan’

Di dawiya konserê de ji Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û ev tişt gotin: “Spasiya hemû kesên ku ked dan dikin. Beriya 6 salan me li Amedê soz da gel; çi dibe bila bibe em ê van zarokan bê muzîk nehêlin. Ne tenê zarokan me got ku em ê malbatên zarokan jî bê muzîk nehêlin. Hûn çi qas xwedî derkevin wê ev muzîk û çand ewqas bi pêş bikeve.”