5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li wan tê xwarin

Lutfiye Kelekçîera li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê girtî ye, diyar kir ku ji ber li dijî zextên derûnî û muameleya xirab derdikevin gefa sewqkirina bajarekî din li wan tê xwarin.

Di demên dawî de li gelek girtîgehan agahiyên binpêkirinên mafan tên. Li dijî van zext û tundiyan li gelek girtîgehan girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirine. Ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê jî girtî Lutfiye Kelekçîer, bi telefonê li hevala xwe Saadet Kûrt geriya û zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li wan tên kirin ragihand. Kûrt, der barê hevdîtina ku li ser telefonê bi Kelekçîer re kiriye de axivî û behsa zext û tûndiya li ser wan kir.

Kûrt, diyar kir ku gelek girtî ji girtîgehê hatine sirgûnkirin û tiştên ku Kelekçîer jê re ragihandine bi devê wê wiha ragihand: “Gelek girtî ji girtîgehê tên sirgûnkirin. Girtiyên hatine sirgûnkirin jî wan dişînin Kayserî, Tersûs, Enqere, Gîresûn, Tekîrdagê ku gelekî dûr in. Hinceta sirgûnkirinan jî “li hemberî me derketin”, “mafê xwe xwestin” nîşan didin. Dibêjin dengê xwe dernexin. Gava tên lêgerînan rojnameyên me yên ku em dixwînin kom dikin dibin. Gelek caran ji ber tiştên ku me nekirine ceza didin. Gava cezayê hevalên me dikeve binê salekê înfaza wan dişewitînin. Em çi dikin der barê me de girtek tên girtin. Du meh in bi daxwaznameyên gelek hevalên nexweş nabin revîrê. Hevalên nexweşiya dil, fitiq, bypas derbas kirine hwd hene. Gelek derman hene ku hewce ye zû bê dayîn lê derman gelek dereng tên. Gava em jî bertek nîşanî van yekan didin mûxatab nabin û girtekê digirin. Cizayê wan girtekan jî cezayê pereyî, ragihandinê, nameyan e. Carna em navbera xwe de şahiyan li dar dixin û stranan dibêjin lê ji ber ku stranên me kurdî ne girtekan digirin. Gelek zext li ser me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin.”