spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldanên navneteweyî yên ji bo Lîbyayê didomin

Astengiya herî mezin a li pêşiya çareserkirina aloziya Lîbyayê destwerdanên derve, di serî de Tirkiye û Rûsyayê ne. Her du dewletan bi hezaran milîs û çeteyên xwe ji bo şer derbasî Lîbyayê kirine

Di dosyaya Lîbyayê de pêşketin û tevgerên navneteweyî didomin. Ji bo mîsogerkirina pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de ku bi avakirina hikumetekê bi encam bibe û dawî li aloziya li welat bîne, hewldanên navneteweyî têne kirin. Gelo dê ev hewldan bi ser bikevin an nêrînên cuda yên komên lîbyayî û milîsên wan dê hebin?

Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera hêzên hevrik ên li welat de, ‘Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê ya 5+5’ çend mehan civînên xwe rawestandibû. Lê di rojên dawîn de ‘Komîteya 5+5’ careke din civînên xwe li bajarê Sirtê dan destpêkirin.

Di civînê de ku 2 rojan dewam kir, nûnerê navneteweyî yê li Lîbyayê Ebdullah Batîlî amade bû. Hate ragihandin ku şandeyeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya bi serokatiya endamekî Kongreya Amerîkayê jî beşdarî civînê bûye.

Tevgerên navdewletî

Li gorî medyaya Lîbyayê, di civînê de dosyayên yekkirina saziyên leşkerî, derketina çekdarên biyanî ji welat, mijarên pevguheretina dîlgirtiyan û rêbazên tevlêkirina milîsên çekdar nava saziyên fermî yên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Ev tevger, hemwextî vexwendina Misirê ya ji bo nûnerên hêzên lîbyayî û serdana serokê Îstixbaratên Navendî yên DYAʹyê ya ji bo Lîbyayê pêk hatin.

Li gorî çavdêran, astengiya herî mezin a li pêşiya çareserkirina aloziya Lîbyayê destwerdanên derve, di serî de Tirkiye û Rûsyayê ne. Her du dewletan bi hezaran milîs û çeteyên xwe ji bo şer derbasî Lîbyayê kirine. Astengiya din jî hebûna 2 hikumetên nakok li welat e.

Li gorî pisporan jî, daxwaza hêzên herêmî û navneteweyî heye ku hilbijartinên Lîbyayê pêk werin da ku dawî li tevliheviyê were û li gel aloziya li bazarên navneteweyî ya ji ber tevgerên Rûsyayê yên li Ukraynayê, berdewama berhemdayîna petrola Lîbyayê were mîsogerkirin.

Li ser mijarê lêkolînerê kar û barên Lîbyayê Elaa Farûq ji ANHAʹyê re axivî.

Elaa Farûq sedema rawestandina civînên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê ya 5+5 di mehên borî de, spart xwezaya komîteyê û got: “Komîte ji nûnerên komên lîbyayî pêk tê. Hinek girêdayî Hefter in û hinek alîgirên El Debîbe ne. Her komek li gorî siyaset û fermanên koma girêdayî wê tev digere.”

Farûq bal kişand ser jinûve lidarxistina civînên Komîteya 5+5 û wiha domand: “Civata navneteweyî pêwîstiya agirbestê dît, nemaze li gel xitimîna siyasî ya li welat û hebûna niyetên rageşiyê bi taybet ya piştî xîtaba dawîn a Hefter. Jinûve lidarxistina civînên komîteyê dibe ku rê li ber vegera şer û vegera aloziyê li nuqteya sifirê bigire.”

Yekirina saziyên leşkerî

Lêkolîner Farûq îşaret pê kir ku yekkirina saziyên leşkerî yên Lîbyayê hinekî bi girêk e û got: “Nakokiyên di navbera hêzên leşkerî de encama parçebûna siyasî ya li welat e. Di heman demê de em dikarin bêjin ku rewşa niha gelekî ji berê baştir e. Hema bêje saziyên leşkerî bûne yek, nexasim piştî nêzîkbûna serokerkan Ebdulrezaq El Nazorî û Mihemed El Hedad û civînên wan ên ku li Tunisê hatibûn lidarxistin.

Em dikarin bêjin ku saziyên leşkerî yên Lîbyayê hema yek in û ji bijî hin pirsgirkên di navbera komên çekdar ên li rojavayê Lîbyayê û hin komên tundraw ên li rojhilatê Lîbyayê de, pirsgirêk tune ne. Komên tundraw ên li rojhilatê Lîbyayê li pêşiya yekkirina saziyên leşkerî ya bi awayekî temam, asteng in.”

Elaa Farûq tevgerên dawîn ên Washingtonê yên li Lîbyayê wek “çavê sor ê li komên lîbyayî” wesif kir û got saziyên leşkerî saziyên lîbyayî yên herî nêz in ku bibin yek.

Milîsên Tirkiye û Rûsyayê

Farûq bal kişand ser hebûna leşkerî ya Tirkiye û Rûsyayê ya li Lîbyayê jî û ev tişt anî ziman: “Divê her du alî ji hev werin veqetandin. Rêjeyeke mezin a yekîne û komên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li rojava piştî peymana leşkerî ya di navbera Enqere û hikumeta El Serac de hatin. Ji bo derxistina van koman divê ev peyman were betalkirin. Têkildarî milîs û çeteyên sûrî yên alîgirên Tirkiyeyê yên li rojavayê Lîbyayê, divê werin derxistin. Komên çekdar ên rûsî yên girêdayî çeteyên Wagner jî hene. Ev kom di dema êrişên li ser Terablusê de hatin û li kêleka refên Hefter şer dikir. Ev kom bi xurtî hene û herêmên rojhilatê Lîbyayê di bin serweriya wan de ne. Zehmet e bi awayekî surprîz ji van koman xilas bibin. Lê ji bo derxistina wan pêwîstî bi planekê heye. Dewleta Misirê dikare di derxistina hêzên Wagner de rolekê bilîze, ji ber ku Misir herî nêzî rojhilatê Lîbyayê ye û dikare bi rêbazekê Hefter îqna bike ku di demeke nêzîk de van hêzan derxe, lê pirsgirêk Wagner e.”

Elaa Farûq anî ziman ku mafên diravî yên wan hêzên li gel Hefter hene û got: “Zehmet e Hefter vî mafî bide, ji ber ku miqdar pir mezin e. Ji bo çareseriyê jî dibe ku hin alîgirên Hefter ên hêzên herêmî û navneteweyî bibin kefîl da ku mafên wan hêzan bidin wan û hêzên Wagner li dû hev werin derxistin.”

Serdana serokê istixbarata DYA’yê

Farûq îşaret bi serdana serokê îstixbarata DYAʹyê ya li Lîbyayê kir û wiha nirxand: “Ev serdan di vê demê de girîng e. Ev serdan nameyên xurt ji bo komên Lîbyayê hilgirtibû. Serokê îstixbarata Amerîkayê bi El Debîbe û Hefter tenê re rûnişt. Serokê îstixbarata Amerîkayê ji El Debîbe re daxuyakirin ku divê îsal hilbijartinan pêk bîne û got, rewabûna hikumeta wî tenê girêdayî hillbijartinan û kesên ku wê destekê bidinê, bi taybet eger piştgiriyê bide proseya hilbijartinan û zêdekirina berhemdayîna petrolê biparêze.”

Dewleta tirk çi ji Lîbyayê dixwaze?

Alaa Farûq anî ziman ku berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Lîbyayê, di Deryaya Spî de ye. Her wiha bi bîr xist ku peymanên ku Enqereyê bi hikumetên El Serac û El Debîbe re îmze kirine, armancên stratejîk ên Tirkan pêk bîne ku dixwazin destê wan di Deryaya Spî de hebe.

Farûq destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êdî bajarê Misrata wek bargehekê ji bo avakirina projeyên mezin ji xwe re digire, bi taybet piştî ku dest danîn ser benderên Misratayê û herêma aborî, di encamê de destwerdanê li bakurê Afrîkyayê bike û dest deyne ser bazara Afrîkayê.

Farûq bi domdarî got: “Tirk dixwazin hevalbendên wê bi xurtî di qada Lîbyayê de hebin da ku armancên wê pêk bîne. Tirkan di vê dawiyê de bi taybet piştî ku dest danî ser rojavayê welat têkilî li rojhilatê Lîbyayê danîn, kanalên peywendiyan bi Hefter û Aqîle Salih re vekirin da ku berdewama berjewendiyên xwe, bi çi kesên ku bigihêje desthilatdariyê re mîsoger bikin.”

Misir çawa li dosya Lîbyayê dinêre

Li ser rola Misirê di dosyaya Lîbyayê de jî lêkolîner Farûq diyar kir ku Qahîre girîngiyê dide dosyaya kar û beşdarbûna şirîketên lîbyayî di xebatên jinûve avakirina Lîbyayê de.

Farûq da zanîn ku Misir bi Meclisa Serokatî, Parlamento û Meclisa Dewletê tenê re dan û standinê dike û got: “Di demê dawîn de Misir hemû alî anîn cem hev ji bo ku li ser belgeyeke destûrî bighêjin lihevkirinekê ku karibe li gorî wê hilbijartin pêk werin. Piştre Misir fikirî ku destekê bide namzetan, ji ber ku dixwaze destê wê bi xurtî di hundirê Lîbyayê de hebe û dest deyene ser dosyayê ji ber ku mijara ewlehiya wê ya neteweyî hestiyar e. Heman demê Misir hewl dide ku di Deryaya Spî de lêgerînê bike, nemaze piştî biryara Sîsî ya diyarkirina sînorê bi Lîbyayê re. Her wiha Misir dixwaze rê li ber hebûneke Tirkiyê li Deryaya Spî bigire û li hemberî her hewldaneke Enqereyê ku hegemoniya xwe li rojhilatê Lîbyayê berfireh bike, rabe.”

Armanca Rûsyayê

Farûq bal kişand ser rola Rûsyayê ya li Lîbyayê û got: “Ji ber Washingtonê, Moskova dixwaze bi xurtî li Lîbyayê be. Ji wê zêdetir Rûsya dixwaze rola hevrikiyê bi Tirkiye re pêk bîne û dixwaze para xwe ya petrola Lîbyayê bistîne.”

Lêkolîner Elaa Farûq destnîşan kir ku Rûsyayê dixwaze bi rêya piştevaniya alîgirên El Qedafî berjewendiyên xwe yên pêşerojê li Lîbyayê mîsoger bikin û got: “Di hilbijartinên bê de, Moskov bi xurtî li pişt namzetiya kurê serokê berê yê Lîbyayê Seyf El Îslam disekine, ji ber ku têkiliyên bavê wî bi Kremlînê re xurt bûn.”