18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dahata 20 deriyên sînor ji bo kes û binemalane’

Endamê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî li Hewlêrê, der barê dahata başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Karwan Gezneyî diyar kir ku li gorî serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, niha li Herêma Federal a Kurdistanê her meh 15 hezar bermêl neft tê hilberîn û wiha pêde çû: “Ev jî rojane dike 500 hezar bermêl neft, eger li gorî axaftinên Mesrûr Barzanî be ku dibêje ji sedî 41’ê dahata neftê dimîne. Wê demê dahata rojane ya neftê dike 21 milyon û 197 hezar dolar. Ev jî mehane dike 635 milyon û 930 hezar dolar. Ev pere jî bi dînarê Iraqî dike 934 milyar dînar. Di demek de ku mûçeyê hemû karmendan 900 milyar dînare.”

Parlamenter Gezneyî di dewama axaftina xwe de got ku dahata neftê ya navxweyî ya deriyê sînor yê Hacî Omeran, Îbrahîm Xelîl, Başmax, Perwêzxan, Seyranben û 20 deriyên din ên sînor venagere xezîneya hikumetê û dahata wan deriyan hemû ji bo kes, kom û binamalan diçe.

Karwan di dewamê de ev tişt anî ziman: “Giştî dahata navxweyî û neftê ku dike milyarek û 300 milyon dînar, Hikumeta Herêmê dikare deriyê tayînkirinan veke û mûçeyê karmendan jî di dema xwe de belav bike.”

Hêjayî gotinê ye 3 roj in li başûrê Kurdistanê bi sedan mamoste û karmend li hember nedana mûçeyan, naçin ser kar û boykotê dikin.