5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çawişê pispor ê Hasna Su kuşt serbest e

Çawişê pispor Bestamî Dûman ê ku jina 52 salî Hazna Su kuşt serbest digere. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 11’ê çileya 2022’yan de çawişê pispor Bestamî Duman bi maşina zirxî li Hazna Su ya 52 salî qelibandibû û ew kuştibû. Danişîna doza têkildarî kuştina Hazna Su îro hat dîtin. Çawişê pispor ku ji sûcê “kuştina biqisûr” serbest dihat darizandin, beşdarî danişînê nebû. Danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyê ya Qoserê pêk hat. Çawişê pispor û parêzerên xwe beşdarî danişînê nebûn. Hevjînê Hazna Su, Hyarettîn Su û parêzerên xwe tevli danişînê bûn. Di danişînê de hat diyarkirin ku qedexeya derketina derveyî welat a bersûc hatiye rakirin. Parêzer Memet Alpaslan ji dadgehê xwest bersûc were girtin. Dozger mutalaya xwe da û xwest daxwaza girtina bersûc were redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir û danişînê taloqî 26’ê gulanê kir.