4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hemberî çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bertek nîşandan

Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar çêdike. Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên êzidî û ereban de têl bike de ku rê nede çûn û hatina di navbera herdû herêman de. Piştî bertekên gel ev biryar heta niha jî pêk nehatiye. Lê niha hikûmeta Iraqê di navbera rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê ji betonê kiriye.

Meclisa Gundên Ereban bi daxuyaniyekê banga rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de kir û diyar kir ku ev dîwar ji bo dorpêça Şengalê ye, ne ji bo ewlehiya wê ye.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Meclisa Gundên Ereban Xideyêr  Saleh ve hat dayîn. Saleh di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya di navber Şengal û Rojava û wiha got: “Her kes dizane ku dostaniyeke me ya bi hêz li gel birayên me yê milê Rojava heye. Di hemû tengasiyan de ew bi hawara Şengalê ve hatine. Çêkirina vî dîwarî ne ji bo berjewendiyên gelê herêmê ye. Beriya niha Iraqê xwest ku di navbera me û êzidiyan de jî sînor deyne, lê ev yek nehate qebûlkirin. Em bi salane bi hev re ne û ti pirsgirêk di navbera me de çênebûne . Em ê rê nedin ku navbera me û birayên me yê êzidî bi dîwaran bê qut qutkirin.”

Xideyêr  Saleh wiha domand: “Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bi awayekî lezgîn çêkirina dîwar bide seknandin. Xuyaye ev diwar ne ji bo pêkanîna ewlekariya herêmê ye, ji bo dorpêçkirina Şengalê ye. Banga me ji lijneya parastina mafê mirovan re heye ku mudaxaleyî vî karî bike û mafê me biparêze.”