6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qahîreyê mêvandariya aliyên siyasî ên Lîbyayê dike

Îro li paytexta Misrê Qahîre civîneke berfireh ji aliyên siyasî ên Lîbyayê re pêk tê. Ev komxebat ji alî Misrê ve hate pêşinyarkirin û bang li aliyên lîbî kir ku di nava xwe de li hev bikin û dest ji dijmantiya birayên xwe berdin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Misrê ew dixwazin ku hemû aliyên lîbî li hev bicivînin bêyî ku tu aliyek ji derve were hiştin. Her wiha tê xwestin ku lijneyeke qanûnî ya bê alî were avakirin da ku destûreke nû ji Lîbyayê re amade bike û welatê xwe ji vê krîza kûr û şerê bêdawî rizgar bike.

Her wiha tê xwestin ku bi riya van civînan planek were amadekirin ji bo pêkanîna bendên lijneya 5+5 bêyî ku astengî ji kar û xebatên wê re derkevin. Her wiha tê xwestin ku hemû hêzên leşkerî ên biyanî ji Lîbayayê werin derxistin û artêşa Lîbayayê li şûna wan cih bigire.

Ji bo derxistina komên çekdar ên biyanî gelek caran pêşinyar û daxwaz ji gelek aliyên netewî û navdewletî hatine kirin lê di pratîkê de piraniya wan komên çete hîna li Lîbayayê ne.

Lewre di van civînan de dê demek were destnîşankirin û di nava wê demê divê hemû hêzên biyanî ji Lîbayayê werin derxistin.

Her wiha aliyê herî girîng ê van civînên li Qahîreyê ew e ku Misrê dixwaze hikûmeta hilbijartî ya bi serokatiya Fethî Başaga dest bi karê xwe bike da ku gava herî bingehîn ji bo ewlekariya Lîbyayê were avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku doh serokê Misrê Abdulfetah el Sîsî hevdîtinek bi serokê meclisa Lîbyayê Mihemed El Menfî re pêk anîbû. Hevdîtin bi tevlêbûna Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî û serokê Istixbarata Giştî Kamil Abas pêk hatibû û tê de beshsa amadekariyên civînên aliyên siyasî ên Lîbayayê hatibû guftûgokirin.