9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li kampa Holê êrîşa DAIŞ’ê

Di 21’ê çile de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ’ê êrîşek pêk anî û di vê êrîşê de tu encam bi dest nexistibû. Doh jî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞ’î lê dimînin, kir.

DAIŞ’ê bi taybetî êrîşî beşa 5’emîn a kampa Holê kir û di encamê de pevçûn di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyan de qewimî. Hemû DAIŞ’iyên ku êriş pêk anîn ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatin girtin.

Têkildarî mijarê endamekî Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê Îbrahîm Mihemed ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Dema ku hêzên me erka xwe pêk dianîn rastî êrişa şaneyekî çeteyên DAIŞ’ê hatin.”

Îbrahîm Mihemed piştrast kir ku ji ber di kampê de jin û zarok hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi baldarî tevdigerîn û di encamê de hejmarek ji çeteyan girtin. Lê hejmar diyar nekir.

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di êrişê de bombeya RBG bi kar anîn, di encamê de zirar gihaşt 3 wesayîtên leşkerî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li Qampa Holê bi hezaran kesên ku ji malbatên DAIŞ’î pêk tên dimînin. Bi giştî 40 hezar kes li kampa Hol û Roj û kampên din dimînin.

Li beşa 5’emîn a kampê xebatên lêgerînê didomin û ji ber gefê li kampê û derdora wê qedexeya derketina derve hat îlankirin.