4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin

Li gor agahiyên ku çavkaniyên li kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin, çeteyên bi navê Feyleq El-Şam 2 zarok ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa revandin da ku di berdêla serbestberdana wan de fîdyeyê ji malbatan bistînin.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku her du zarokên bi navên Zeyneb Elî Xelîl (7) û Îbrahîm Ehmed Îbrahîm (9) di 27’ê adarê de hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Tirkiye û çeteyên girêdayî wê bi van sûcan hewl didin ku kurdên ku li kantona Efrînê ya dagirkirî mane, koçber bikin.

Rêjeya kurdan li Efrînê beriya dagirkirinê ji sedî 95 bû, lê li gorî rêxistinên mafên mirovan ku sûcên dewleta tirk ên li kantona Efrînê belge kirine ev rêje daketiye ji sedî 23’yan.