28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Israîlê di nava heftiyekê de 3 êrîş pêk hatin

Israîlê agahiyên derbarê kesê êrîşa li Benî Birak a Tel Evîvê pêk anîbû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin de aşkera kir. li gorî daxuyaniya polîsên Israîlê  kesê êrîşkar filistînî ye. Li gorî wê daxuyaniyê di nava kesên hatine kuştin de 2 biyanî hene, kesên biyanî 2 ukraynayî ne ku beriya êrîşên Rûsyayê hatibûn li Israîlê bicih bibûn, ango ne ji penaberên ukraynayî yên vê dawiyê hatibûn.

wekî tê zanîn piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê derdora 20 hezar ukraynayî xwe li Israîlê girtibûn û niha li wir dijîn. Her wiha di nava kuştiyan de 2 sivîl hebûn û polîsekî bi eslê xwe ereb jî hebû.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîşa di 29’ê adara 2022’an de pêk hat, dibe êrîşa sêyemîn di nava vê heftiya dawî de û bi giştî di hersê êrîşan de 11 kes hatine kuştin.