9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîvala Filmên Kurdî bi dawî bû

Festîvala Filmên Kurdî ya Stenbolê ya di 24’ê adarê de destpêkirî doh bi dawî bû. Merasima bidawîkirina festîvalê li Navenda Çanda Cemil Candaş a Şîşliya Stenbolê li dar ket. Sakîna Jîr û Taylan Kesanbilici bi kurdî û tirkî pêşkêşvaniya festîvalê kirin. Ji Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê Adar Taş û Hebûn Polat jî li ser navê komîteyê axivîn û spasiya beşdaran kirin.

Piştî axaftinan bi filmên derhêner Nader Saeivar ê bi navê “Namo” festîval bi dawî bû. Derhêner Saeivar piştî film bersiva pirsên temaşvanan da û qala çîroka çêkirina film a ligel Cafer Penahî kir.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê roja 24’ê adarê bi merasima destpêkirinê deriyên xwe vekiribû. Ji wê rojê heta dawî 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm nîşan dan. Her wiha forumeke bi navê “Forûma Sînemaya Kurdî” li dar xistin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê