11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 24’an a Dilopê

Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 24’an derket. Kovara ku ji du mehan carekî çap dibe bi kurdî-tirkî weşana xwe dike.

Di vê hejmarê de Dilopê, dosyayek li ser “Termînolojî û Amûrên Muzîka Kurdî” amade kiriye. Ji bo dosyayê Ekrem Yildizî pirsiye û etnomuzîkolog û berhevkar Serdar Canan jî bersivandiye. Ji bilî vê hevpeyvînê du hevpeyvînên din jî di vê hejmarê de hatine weşandin. Zeynep Arslan ligel bavê xwe nivîskar Mehmet Arslan hevpeyvîneke kiriye. Hevpeyvîna din jî bi kurdî ye ku Bêrîvan Kayi ligel koma Jin MA ya Mûzîkê kiriye.

Ji nivîsên kovarê, Reşo Ronahî axaftina Rakel Dink ku di salvegera 15’mîn a Hrant Dînk de kiribû wergerandiya kurdî. Recep Maraş bi sernavê ‘Portreya entellektuelekî kurd Mela Mehmûdê Bazîdî’ portreya Bazîdî nivîsandiye. Her wiha Sezaî Sarioglu, Ayşen Şahîn, Bariş Avşar, Dr Eskerê Boyîk, Nevzat Onaran, Anton Makarenko, Mela Mihyedîn, Mehmet Bayrak û Îbrahîm Karaca jî di kovarê de nivîsîne. Li gel vê yekê jî helbestên Seydayê Tîrêj, Mîman Evdilhekîm, Fewzî Bîlge, Metîn Eloglu, Ahmet Erhan, Evdilxaliqê Îsa û Cengîz Sînan Çelîk di kovarê de cih girtine.