28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa ji bo avhewayê dê bê lidarxistin

Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 3-5’ê hezîranê de ‘Konferansa Avhewaya Gelan a Navnetewî’ dê li dar bixe. Meclisa Ekolojiyê beriya konferansê li Navenda Giştî ya HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, endamên HDK’ê û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.

Endamê Meclisa Ekolojiyê Cemîl Aksu diyar kir ku êdî vegera talankirina ekolojiyê nîne û encamên krîza avhewayê li tevahiya dinyayê wek şewatan û lehiyan tê dîtin. Aksu anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo çend dewlemendan bihiştê ava kiriye û ji bo hemû cûreyên zindaweran qiyametê aniye.

Aksu da zanîn ku hemû felaketên pêk tên di heman rêjeyê de tesîrê li ser her kesî nake û di encamên krîza avhewayê û talankirina ekolojiyê de newekhevî û bêedaletiya kurewî heye. Aksu destnîşan kir ku pergala kapîtalîst berjwendiyên kapîtalîst diparêze û yên dibin sedema krîza ekolojîk dê ji bo gelan û xwezayê tu çareseriyê li pêş nexin. Aksu got ew ê di 3-5’ê hezîranê de konferansa xwe li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku ew kêfxweş in vê konferansê radigihînin û konferansa dê li dar bixin girîng e û ew her kesî vedixwînin konferansa xwe.

Endamê MYK’a HDP’ê Nacî Sonmez jî anî ziman ku konferansa dê bê lidarxistin girîng e û ew wek HDP’ê vê xebatê wek xebata xwe dibînin û xwedî lê derdikevin û banga tevlibûna konferansê kir.