11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xezal Reşo: Bi çêkirina dîwar dixwazin Şengalê dorpêç bikin

Hikûmeta Iraqê li ser Şengalê her diçe planên xwe yên qirêj berfirehtir dike. Demek berê xwestin ku di navbera gundên ereb û êzidiyan de bi qasî 5 km  ji sînor dûr têl bikin û çûn û hatina  di navbera herdû pêkhateyan qut bikin. Piştî bertekên gel ev biryar heta niha pêk nehatiye. Lê li aliyê din di navbera sînorê Rojava û Şengalê de dest bi çêkirina dîwarê ji betonê kir. Ev dîwar bi dirêjahiya 250 kîlometran ji hêla lîwaya 18’e Pasewanên Sînor a Iraqê ve tê çêkirin. Bilindahiya dîwar 3’ê metre û 75 santîmetre ye.

Têkildarî polîtikayên hikumeta Iraqê ji gelek aliyan ve her diçe bertek zêde dibin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Xezal bal kişande ser talokeya çêkirina dîwar a ji bo pêkhateyên herêmê û got: “Di dema fermana li ser Şengalê de bi hezaran mirovên ji gelê me li vî sînorî re xwe ji qirkirinê rizgar kir. Niha jî ev sînor bi temamî tê girtin. Ev dibe taloke li ser hemû pêkhateyên herêmê û taybetî li ser civaka êzidî.  Dîsa hewildanên wan hene ku herêmên êzidî û ereban ji hev qut bikin.”

Xezal Reşo da diyar kir  ku ev dîwar ne ji bo prastina sînor e belkî ji bo dorpêçkirina Şengalê ye û wiha got: “Eger dixwazin sînor zevt bikin bila tevahiya sînorê Iraqê bihêz bikin, ne tenê yê Şengalê. Ji ber tenê ev dîwar di navbera Şengal û Rojava de ye. Wiha xuya dike  ku ev di çarçoveya pêkanîna peymana 9’ê cotmehê de ye. Dixwazin Şengalê dorpêç bikin û peymanê  pêk bînin. Ev planê Iraq bi serê xwe nake. Bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê tê kirin.”

Reşo bi berdewamî bal kişand ser zindîbûna DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman : “Gelo di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ ji ku derê hat? Em dibînin di nava Iraqê de DAIŞ’ heye, ne li ser sînor e. Bila Iraq parêzgehên başûrê Iraqê biparêze û rê li ber çeteyan bigire. Bi girtina vî sînorî taloke li ser gelê me tê çêkirin û em tên dorpêçkirin. Her kes dizane kesên li Şengalê li ber xwe dane, bi tu awayî nikarin serdana başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber ku em teslîmî wan nebûne. Em Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo ev dîwar neyê çêkirin çi ji destê me were em ê bikin. Hedefa me ne ew e em tevliheviyê derxin, lê em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û ne di bin dorpêçê de bin.”

Hevseroka Meclîsa Xwseriya Şengalê Xezal Reşo li ser planên li ser sînor tên kirin banga hişyariyê li pêkhateyên Şengalê kir û got: “Îro talokeyeke mezin li ser Şengalê heye. Bila gelê me bizanibe ev dîwar  wan naparêze. Divê gelê me li dijî çêkirina vî dîwarî derkeve. Yên ku sînor diparastin wan bi xwe DAIŞ derbas dikir.  Ev planke qirêj e û bila gelê me bi wê neyê xapandin.”