9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve’

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), tevî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û rojbûna wî ya 73’emîn civîneke çapemeniyê lidar xistin. Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê MED TUHAD-FED ê Zekî Baran ve hat xwendin.

Zekî Baran di axaftina xwe de diyar kir ku Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke ku di cîhanê de weke wê nebe tê girtin. Baran bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û wiha got: “Gelê kurd li dijî zext û êrişan li ber xwe dide. Gelê kurd ji sala 2013’an ve Newroza xwe ya herî mezin di sala 2022’yan de pêk anî. Newroza 2022’yan ku vegeriya referanduma azadiya gelê kurd, careke din ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û muzakereyên demokratîk çareser bibe weke navnîşan birêz Ocalan nîşan da. Gelê kurd ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê daketiye qadan û li dijî şer û mêtîngeriyê ala berxwedanê bilin kir. Di qadên Newrozê de di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan û azadiya hemû girtiyên siyasî hat xwestin. Ev daxwaz di heman demê de bangeke ku pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasal ên demokratîk bê çareserkirin e.”

Baran qala çalakiyên 4’ê Nîsanê kir û wiha berdewam kir: “4’ê Nîsana ku ji bo gelê kurd û gelên li herêmê li dijî şer bûye sembola aştî, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê, li dijî mêtinê bûye sembola wekheviyê, di heman demê de rojbûna birêz Ocalan e. Ji berê heta îro Meşa Amarayê û hefteya destpêkê ya Nîsanê bi çandina şitilan, tê pêşwazîkirin. Em di navbera 1 û 10’ê Nîsanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her devera lê ne ji bo wateya jiyana nû û ji nû ve jidayikbûnê şitilan biçînin. Di heman demê de ji bo daxwaza azadiya gelê kurd, ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û muzakereyên demokratîk çareser bin, ji bo tecrîd demildest bi dawî bibe, ji bo şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk werin em hemû gelê xwe roja 4’ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê vedixwînin Xelfetiyê.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku niha di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Şerê li Tirkiyeyê kûrtir dibe. Bi polîtîkayên şer û tecrîdê êdî welêt birêve dibin. Ji bo ku şer xelas bibe, krîza heyî bi dawî bibe û azadî û wekhevî li vî welatî serwer bibe; birêz Ocalan xwedî roleke girîng û dîrokî ye. Di sala 2013-2014’an de em baş bi ser girîngiya vê rolê re gihiştin. Me wê demê dît ku dema li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê xwestin, pirsgirêka kurd dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Lewma jî rol û mîsyona birêz Ocalan gelek girîng e. Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên îsal de bi milyonan kesan girîngiya birêz Ocalan bi yek dengî qîriyan.”

Di berdewamê de Aydenîz destnîşan kir ku pêşniyarên Ocalan hem ji bo kurdan û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûne hêvî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê rastiyê ye ku hem gelê kurd û hem jî gelên din tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya wî çalakiyan dikin. Ev zêdetirî saleke tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev rewş jî fikarên gelê kurd zêde dike. Lewma girîngiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hîn zêdetir dibe. Em 4’ê Nîsanê weke ‘Roja vejînê’ dinirxînin. Divê 4’ê Nîsanê jî bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê bê pêşwazîkirin. Ji ber ku 4’ê Nîsanê ‘Roja vejînê’ ye. Gelê kurd ê ku li ber tunebûnê, bi saya birêz Ocalan hat asteke wisa ku siyasetê diyar dike. Hêviya me ew e ku tevahiya gelê me di 4’ê Nîsanê de berê xwe bide Amarayê.