27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê li dijî nedana mûçeyan meşiyan

Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî nedana mûçeyan roj bi roj zêdetir dibin. Bi rojane ku mamosta û karmendên başûrê Kurdistanê li dijî nedana mûçeyên xwe, boykot ragihandine û naçin ser kar.

Li Hewlêrê jî ev nerazîbûn berfireh dibe. Bi dehan pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê ber bi deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê meşiyan. Sekna pêşmergeyan ya li ber deriyê parlamentoyê dewam dike. Pêşmerge dixwazin mafê wan were dayîn.

Pêşmergeyekî Dêrîn ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Me gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî parlamentoyê kir lê bersiva me nehatiye dayîn. Di nava me de ji hemû hizban pêşmerge hene û ji pêşmergeyên Dêrîn ên PDK’ê jî hene. Heya niha gelek mûçeyê me nehatine dayîn. Me ji bo çi xebat kir? Ji bo berpirsan pere diçe ber derî, lê malbata pêşmergeyekî jî ji birçiyan dimire, ev şermeke mezine. Divê ew berpirs şerm bikin. Em vê yekê qebûl nakin, me çawa berê xebat kir, em îro jî amadene xebatê bikin. Em ne tenê ji bo xwe hatine ber derê parlamentoyê, em ji bo miletê xwe jî hatine. Divê gelê me birçî nebe.”

Pêşmergeyek din jî got ku; parlamento bi xwîna xebata şehîdan hatiye avakirin, divê pirsigirêka wan were çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê adarê de Wezareta Darayî ya Iraqê 200 milyar dînar ji bo karmendên Herêma Federal a Kurdistanê şandibû.

Tevî Iraq mûçeyê karmendan dişîne jî lê hikumeta Herêmê belav nake.