6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bermahiyên şer peyker

Hunermenda hunerên plastîk a Lubnanî, Soraya Halal bi berhemên xwe peyamên hawîrdorî, civakî û mirovahî dide. Ew jêhatîbûnên xwe di forma karên hunerî de pêşkêş dike ku di gelek pêşangehên li hundur û derveyî Lubnanê de derketine pêş. Dibe ku peyama herî girîng di jiyana wê de ew bû ku malzemeyên hatine avêtinê, veguhezîne hunera xweşik.

Bi pêşangeha xwe ya bi navê ‘Jidayikbûneke nû’ bi rêya bikaranîna plastîk, qumaş û malzemeyên din ên îhmalkirî wê berhem anîn. Ev pêşangeha wê di qonaxeke diyarker li dar xistiye. Hunermenda plastîkan Soraya Halal di vî warî de rêyeke berbiçav de dewam kir û paşê pêşangeha xwe ya duyemîn bi navê ‘Huner, Jîngeh, Mirov’ li dar xist, Di vê pêşangehê de jî parçeyên hunerî yên cûrbecûr bi malzemeyên ku dibin sedema qirêjiya jîngehê yên wek çente û şûşeyên plastîk, metal û wekî din hatibûn çêkirin. Pêşangeha wê ya sêyem jî bi navê ‘Em mirinê red dikin’ li pêşangeha Ezod a herêma Eşrefiyê ya taxên rojhilatê paytext Beyrûdê, 25’ê adara borî, hat lidarxistin û heta 2’ê nîsanê dewam kir.

Soraya Halal ji bilî sê pêşangehên solo di gelek pêşangehên hevbeş ên li Lubnanê û derveyî Lubnanê de cih girtiye. Niha jî mastera xwe di warê hunerên xweşik de dike, û endama Komeleya Hunermendên Wênesaz û Peykersaziyê a Lubnanê ye. Heta niha di hejmareke mezin a atolye û perwerdeyên zarok û ciwanan de li dibistan, komele û komên ders dane. Di van hemûyan de bi teknîka nû, nenas û ramanên nûjen bi armanca îfadekirina huner, jiyan û domdariyê hewl da ku bermahiyan veguherîne karên hunerî.