spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê dît, kê nedit û çima nedit?

Nizamettîn Ozturk

Îsal pîrozbayî ya Newrozê ji heftekê zêde dewam kir. Mirov dikare bibêje, îsal di vê hefteyê de li ser singe siruştê cehd û sebra gelê kurd careke din hat ceribandin. Xwezayê bi berf, baran û bahozê li ser gel, zêde bandor çekir. Lê gelê kurd li hemberî hemû cureyên bandoran di fêrgahan de derbasbûye û fêr bûye. Ji ber vê yekê, em zêde qala rewşa hewayê nakin.

Mijara me ya sereke, rojen Newrozê û li dû pîrozbayiyê, der heqê Newroza rengin de kî çi dibeje? Ye. Lewre Newroz ji bo gelê me nirxê ku di asta herî jor de ye.

Dibe ku bala vê jî kişandibe. Em dikarin bejin di nava vê hefteya Newrozê de bêdengiya çapemeniya serdest  û hawiz hebû. Ji ajans û qanalên neteweyî heta yên herêmî tevan coş, kelecan û daxwazên di rojên Newrozê de derketin pêş qet nedan weşandin. Ma nedîtin. Naaa qet wisa dibe? Ditin dîtin! Medya û  çapemeniyê neteweyî bi baldar şopand. Gotin li kîjan qada Newrozê alozî derkeve ku em beweşînin. Ma tiştek nebû! Gelê kurd û bi taybet ciwanên jîr û jêhatî ev derfet nedan medya serdest ku li gorî xwe dîmenan bidin weşandin.

Çapemeniya ku xwe wekî “bêalî û demokrat” dide nasîn jî şopandin lê dîmenên qadan nedan nîşandan. Bendewariya wan ji gel hebû. Xwestin mijarên li gorî xwe bikin manşet. Lê gel daxwazên xwe yên yên demokrasî, aştî û wekheviyê li qadê anîn ziman. Ji ber vê yekê ev daxwazên gel nedîtin. Mijar û geşedanên li dervê daxwazên gel kirin nûçe û derxistin pêş. Dîmenên coş û daxwazên gel nedan weşandin. Destûr nedan temaşevan coşa mezin bibîne û pê şad bibe. Lê di nav wan milyonan de gelek bînerên van televîzyon û xwînerên rojnameyan hene.

Li aliyê din çapemeniya azad û malperên medya dijîtal hene. Di nav şert û mercen averte de xebatê dikin. Li gorî derfetên xwe erka xwe pêk anîn. Em keda wan silav dikin.

Gelê kurd îsal jî pîrozbahiya Newrozê li ser gelek navendên erdnîgariya cîhanê bi coşek mezin û girseyî pîroz kir. Li hemû qadan bi milyonan kurd kom bûn hemû û daxwazên xwe anî ziman. Gelê cîhanê li ser medya dijîtal dimenên Newroza rengîn temaşe kir. Awaz û daxwazên gelê kurd guhtar kir.

Erê, em vê mijarê hinekî ber bi siyaseta welat bitevînin. Gelo tifaqên siyasetê ev dimenên bêhempa dîtin? Baverim dîtin. Heta ji bajarokan bigire heta metropolan. Herî zêde jî bala xwe dan ser bircên Amedê.

Ya girîng siyaseta Tirkiyeyê eceba daxwazên gelê kurd bihist? Teqez bihistin. Lê dûrî mijarê sekinîn. Piranî qala “pir û riyan” kirin. Yek ji qala “dolar û kûra” kirin. Gel careke din halê tifaqan dît û dibeje “li vir ji hilbijartinê re çiqas ma?”

Belê me “rê” anî ziman ne wisa! Di nava siyasetê de yek ji tifaqa sêyemin heye. Ew jî di rêya sêyemin de di nava tevahiya gelan de siyasetê dimeşîne. Tev karê kesî nabe. Dibê “zînhar, kesek xelet fêm nekê! Em wisa ne ji bo Îsa ne ji bo Musa xwe pê xweş nakin! Em ji bo xizmeta tevahî gelan karên xwe di domonin.” Ew helwest bi nirx e û bi xebatan pîroz e. Em serkeftin dixwazin… Dem dema Serkeftinê ye!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê