16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan dubare got ew ê namzetê xwe diyar bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di kongreya partiya xwe ya Îdirê de dubare kir ku weke wê bi partiyên tifaqê re namzetê xwe yê serokkomariyê diyar bikin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê, 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li bajêr li dar xist. Li eywana kongreyê ku bi alên HDP’ê hatibû xemilandin û tevlibûneke xurt hebû. Piştî hilbijartina endamên dîwanê kongre dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di kongreyê de axivî û bi taybetî li ser nîqaşên têkildarî tifaqê û namzeta/ê xwe yê Serokkomariyê rawestiya. Bûldan, axaftina xwe de balê kişand ser nîqaşên ku piştî axaftina wê ya duh ku li Qersê kiribû û got ku bala her kesî li ser HDP’ê ye û dibêjin gelo wê namzeta/ê xwe diyar bike yan na? Wê piştgiriyê bide Tifaqa Millet an na? Stratejiya HDP’ê wê mîna ya hilbijartinên xwecihî be yan xwedî armanceke nû ye? Wê stratejiyeke nû diyar bike?

‘Yên girtîgeh û goristanê li kurdan ferz dikin wê têk biçin’

Di berdewama axaftina xwe de Bûldan, der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ji doh ve yekane meseleya ku tê nîqaşkirin ew e ku HDP wê namzeta/ê xwe diyar bike yan na. HDP çima namzetekê/î ji xwe re diyar neke? Çi ferqa HDP’ê ji we heye? Gelo HDP li vî welatî îrade nîne? HDP partiyeke siyasî nîne? Mafê xwe heye ku tevlî hilbijartinê bibe yan na? Xwedî wê îradeyê nîne ku vî welatî biguherîne? Li gel van hemûyan careke din dixwazim bibêjim ku HDP wê tevî hevalbendên xwe namzeta/ê xwe diyar bike. Tevî Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Jinê, Tifaqa Kurd û hêzên demokrasiyê HDP wê namzetekê/î destnîşan bike. Bêguman ev yek wê armancê hin kesan, stratejiya wan têk bibe. Dixwazim vê yekê bi taybetî bibêjim; yên ku girtîgehê û goristanê li gelê kurd û dostên wan ferz dikin, wê têk biçin.”

Tecrîd

Her wiha Bûldan, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ez careke din bibêjim bê ka yekitiyî û hevgirtina gelê kurd di vê serdemê de çiqas girîng e. Di serdemeke ku her cureyên neheqiyê, zilm, şer û tecrîdê li dijî kurdan tên kirin de em careke din dibêjin ku li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî diyalogê diparêzin. Îro li Îmraliyê ne tenê birêz Ocalan lê tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hîn bêhtir hatiye girankirin û nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku sepanên keyfî ne. Feraseta ku qanûnên xwe nas nake dibe sedema tecrîda li Îmraliyê. Divê tevahiya siyaseta me û xebatên me di çarçoveya vê rastiyê de bên kirin û mezinkirin. HDP ji bo vî welatî firsendeke. Ji bilî me tu partiyeke din nîne ku qala aştî, demokrasî û edaletê dike. Em dibînin bê ka dema mijara behsa xeberê dibe kurd partiyên din çawa tên ba hev. Ji betalkirina parêzbendiyan heta tezkereyên şer, di her mijaran de piştgiriyê didin îktîdarê.”

Piştî axaftinan di kongreyê de hilbijartin hate kirin û Kader Oner û Parêzer Yaşar Kalmiş ji bo hevserokatiyê HDP’ê ya bajar a Îdîrê hatin hilbijartin.