spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Metîn Goktepe ku 27 salan ji aliyê polisên tirk ve di bin çavan de hatibû kuştin li Stenbolê li ser gora xwe bi beşdariya malbat, siyasetmedar û hempîşeyên xwe hat bibîranîn.

Nûçegihanê Evrenselê Metîn Goktepe 27 salan rojeke mîna îro dema ku xwestibûn merasîma veşartina cenazeyê girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê hatibûn qetilkirin, bişopîne li Alîbeykoya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû kuştin. Goktepe bi merasîmekê li ser gora xwe ya li navçeya Esenler a Stenbolê hat bibîranîn.

Dayika Goktepe Fadîme Goktepe, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Stenbolê Ahmet Şik, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Dîsk Basin-Îş’ê Faruk Eren, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û gelek rojnameger û welatî tev li bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û beşdaran rojnameya Evrenselê ku bi manşeta “Metîn hate qetilkirin em ê bêdeng nemînin” danîn ser gora Goktepe ku bi gulan hatibû xemilandin. Di bîranînê de dovîzên “Metîn namirin Evrensel bêdeng nabe”, “Çapemeniya azad bêdeng nema, dê bêdeng nebe” û “Bi israr her yek ji me Metîn e” hatin hilgirtin.

Rojnamegerên girtî bi bîr anîn

Di bîranînê de ji ewil Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axivî û 25 rojnamegerên kurd ên di nava 6 mehên dawî de li Amed û Enqereyê hatin girtin bi bîr xist. Polat, da zanîn ku tevî gelek meh bi ser re derbas bûne jî hêjta îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Bi domdarî Polat bal kişand ser “Qanûna sansûrê” û got ku piştî vê qanûn zextên li ser rojnamegeran girantir bûne.

Heqîqet bêdeng nebû

Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad tu carî bêdeng nebûye û wiha got: “Dê tu caran bêdeng nebe jî. Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Nagihan Akarselan, heqîqet tu carî bêdeng nema. Heke ji faîlên wan hesab bihata pirsîn, îro li Amedê 16 rojnamegerên kurd girtî nedibûn.”

Gunay, piştre jî gul danî ser gora Goktepe û diyar kir ku gulekî ji bo Goktepe û gulekî ji bo rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin.

Herî dawî jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û got ku dê bibin yek û bi saya berxwedana xwe ser bikevin û ala çapemeniya azad li erdê nehêlin.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.