3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên îranî bi kincên sor balê kişandin ser serhildanê

Çalakiyên jinên îranî yên ji bo balkişand ser serhildana li Îranê berdewam didome û di vê çarçoveyê de komeke jinên îranî li Îngilistanê bi kincên sor balê kişandin ser serhildana li Rojhilat û Îranê.

Ji meha îlona 2022’yan ve ki Rojhilat û Îranê ji ber kuştina jina kurd Jîna Emînî serhildan hene. Bi jinên ku pêşengiya serhildanê dikin re rojê bi hezaran kes bi mehan e dadikevine qadê û banga hilweşandin û guhertina rejîma Îranê dikin. Li derveyî welat jî îranî çalakiyan dikin û dixwazin bala raya giştî ya naveneteweyî bikişînin ser serhildanê.

Di vê çarçoveyê de li paytexta Îngilistanê komeke jin bi kincên ser çalakiyeke li dar xistin. Jinên îranî, bi vê çalakiya xwe  xwestin balê bikişînin ser rewşa li Îranê. Xwepêşander Leyla Mensûrî, der barê çalakiyan wan de ev tişt got: “Hûn dizanin ev maratonek e lê erkê me ye wek heşt milyon kes ku li dîasporayê ne, bala xelkê bikşînin ser zilm û hovîtiya rejîma îslamî.”