5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêkes Qadîr: Jîna Emînî bû fîşeka vê serhildanê

Endamê Polîtburoya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadîr, di panela “Ev roja û pêşeroja raperîna rojhilatê Kurdistanê û Îranê” de diyar kir ku Jîna Emînî bûye fîşeka serhildana li Rojhilat û Îranê.

Dibistana Marksîst Li Amedê (D.M.A), li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê bi sernavê “Ev roja û pêşeroja raperîna rojhilatê Kurdistanê û Îranê” panelek li dar xist. Rêveberên HDP û BDP’ê yên Amedê jî di nav de gelek tev li panelê bûn. Di panela ku Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî moderatotiya wê kir de Endama Meclîsa DBP’ê Xecê Şen, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Endamê Polîtburoya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadîr û Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr.Kawa Mehmûd weke panelîst axivîn û der barê serhildanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de nêrînên xwe anîn ziman.

Moderator Şerefxan Cizîrî, vekirina panelê kir û di axaftina xwe ya vekirina panelê de ev nirxandin kir: “Hişmendiya polîtîkayên hemû dewletan li ser kurdan yek e. Di vê heqîqetê de têkoşîna jinên kurd û gelê kurd dertê pêş. Sedem çi dibe bila bibe encam tekperestî ye. Dûrişmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê belav bûye.”

Doza gelek tiştan dikin

Piştî ku axaftina vekirina panelê kir Cizîrê destpêkê mafê axaftinê da Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr.Kawa Mehmûd. Sekreter Dr.Kawa Mehmûd, di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa raperîna li rojhilatê kurdistanê û Îranê û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Wexta ku di cavatan de zêde qeyran û bêhêvîtî çêdibe gelek caran jin pêşengtiya çareseriyê kirine. Pirsgirêkên ku li welatê me çêdibin yek jê qeyrana dewletê ye. Ji ber ku bi salan e desthilata olî dixwaze xwe bi zorê li ser civakê ferz bike. Yek jê jî mesela aboriyê ye ew desthilatdariya ku hemû tiştî ber bi xwe ve dibe. Di van buyerên dawîn de derketine pirsgirêka jinan li pêş e. Gelê ku îro li pêş in li rojhilatê Kurdistanê doza gelek tiştan  dikin.”

Berxwedana bêhempa

Dû re Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Xecê Şen axivî. Şen, di axaftina xwe de qala têkoşîna jin û gelê kurd kir û wiha got: “Divê neyê jibîrkirin ku heqîqeta kurd û Kurdistanê de bi taybetî jî di heqîqeta jinên kurd de her tim çanda berxwedanê hebûye. Ji dîroka mirovahiyê û heta niha ruhê berxwedanê di her serdemê de xwe jînde kiriye û her tim jiyaneke nû afirandiye. Em vê çanda berxwedanê ji dîroka komara Mahadê û ji rêzikên helbestên Mestûre Kurdistanî ji Sirûda ey Raqîb a ku Leyla Qasim, li ber derê îdamê hawar kirî ji sembola berxwedana mala Eliyê Ûnis û Rindêxan, Zarîfe û Besêyan baş dizanin, bi giranî jî hîs dikin. Raperîna gelên Îranê ku yekem car bi mehkûmkirina kuştina jina kurd Jîna Emînî û dijberiya xwepêşandana parastina  rewa her ku diçe bi berxwedana bêhempa didome.”

Jin pêşengê serhildanê ne

Piştî Şen Endamê Polîtburoya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadîr, mafê axaftinê girt û diyar kir ku serhildanên li rojhilatê Kurdistanê ne tesafî ne û destnîşan kir ku bihişmendî têne kirin û wiha axivî: “Ev dîktatoriya ku li kurdistanê tê kirin, tu tişt neguhert. Bi tenê yek diçe yên dinê jî tên dewsa wê. Dawiya wan ev e. Ev raperîna ku heye zext û zordariya rejîma îslamê li miqabilî hem welatiyê xwe dike. Ev dûrişmeyên îro têne avêtin bûne malê hemû cîhanê. Li tevahiya rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî jin dibin sembola pêşengiya vê dûrişmeyê. Jîna Emînî bû fîşeka vê serhildanê.”

Herî dawî Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û girîngiya serhildana li Rojhilat û Îranê anîn ziman.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. AMED