5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parîsê jî navê xwe herimand

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Felemez Ulug

Di 23’yê kanûnê ango dawiya sala 2022’yan de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk hat. Di vê komkujiya plankirî de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdurahman Kizil bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Komkujiya li Parîsê ji gelek aliyan ve di rojeva gelê kurd û ya cîhanê de bû. Çalakiyên ku bi komukujiya 23’yê kanûna 2022’yan dest pê kirin bi xwepêşandanên 10. salvegera komujiya li Parîsê dewam kirin. Di van çalakiyan de gelê kurd û dostên wan êrîşên bi destê MÎT’a tirk tên kirin protesto kirin, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî van kiryarên dermirovî jî rûreş kirin.

Di hedefa van komkujiyên ku li Ewropayê awayekî berfireh hatine plankirin de jinên pêşeng hebûn. Di nava tevgera jinan de jî kesayetên bi sekn û têkoşîna xwe ya demdirêj mora xwe li gelek serketinên mezin dane hatin hedefgitin.

Di keseyatên şehîd Sara (Sakîna Cansiz), Evîn Goyî (Emîne Kara) û Nagîhan Akarsel de xwestin darbeyekê li têkoşîna jinan bixin.

Divê bê zanîn ku di vê pêvajoyê de pêkanîna van êrişan ne ji rêzê ye. Dewleta tirk bi piştgirî û hevkariya hin hêzên navneteweyî hewl dide bi van reşkujiyan pêşî li têkoşîna jinên kurd a ku di cîhanê de deng vedaye bigire. Ji ber vê yekê di serî de Fransa rola îstixbaratên hin welatên Ewropa jî di van cînayetên siyasî de heye. Lewma bêdengiya wan a li dijî van êrîşan, ji hevkariya wan a bi dewleta tirk re tê.

Di mijara ronîkirina komkujiyan de bêdengiya meqamên fransî ji vê ye. Niha hemû hewldanên wan mîna komkujiya 9’ê Çileya 2013’an sergirtina komkujiya 23’yê kanûnê ye.

Gelê kurd û dostên wan ji bo ser vê komkuyê neyê girtin bi rojan li cihê êriş pêk hatî di nava çalakiyê de bûn. Di vê sersalê de bi milyonan kesan dixwest biçin Parîse û sersala xwe li vî bajarê qedîm û dîrokî  derbas bike lê gelê kurd ne ji bo şahî û kefxweşî, ji bo xwedî li nirxê xwe derkeve berê xwe dida Parîsê.

Ev bajarê navdar ku ji gelek bûyerên dîrokî re şahidî kiriye di çavê gelê kurd de careke din bû bajarekî komkujiyan û êşê.

Piştî merasîmê cenazeyên sê şehîdên kurd ji korîdorên morgên sar ên bajarê Parîsê hatin girtin û bi tevlêbûna deh-hezaran kesî ber bi Kurdistanê ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ji Parîsê şandin Qendîlê. Li Şehîdgeha Qendîlê li tenişta hevrêyên xwe hat veşartin. Cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) li Mûşê, cenazeyê welatparêzê kurd Abdûrahman Kizil jî li navçeya Kaxizman a Qersê hatin oxirkirin.

Di vê pêvajoyê de jî derket holê ku gelê kurd çi dibe bila bibe xwedî li şehîd û nirxên xwe derdikeve. Tevî hemû astengiyan jî bi rojan şehîdên xwe bi tenê nehiştin. Di serî de Fransa bang li welatên navneteweyî kirin ku komkujiyê ronî bikin. Ronîkirina vê komkujiyê wê şîfereya cînayetên siyasî yên dewleta tirk jî veke. Ger welatên Ewropa ji dil dixwazin dawî li kiryarên dewleta tirk ên li Ewropayê bînin divê guh bidin vê banga gelê kurd û komkujiyê ronî bikin.