5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ku derket: Jin Jiyan Azadî?

Dîroka fîlozofiyê li ser dijberiya ramanê ava bûye. Her çiqas bi demê re nêrînên ku dijberan tînin cem hev hebin jî di eslê xwe de fîlozofî li ser ramanên cuda ava bûye. Lewra di filozofiyê de têgih û ramanên xweser girîng in. Helbet bi van ve têkildar divê hevgirtina fikir jî hebe. Ango di filozofiyê de divê têgih, raman û hevgirtina ramanê hev du temam bikin. Ev her sê xal fîlozofiyeke xweser dikarin ava bikin. Heke kesek li ser pirsên beriya xwe bingehên têgihên xwe baş dane, ramaneke xweser ava bike û hevgirtineke van ramanan hebe, wê demê meriv dikare qala fîlozofiya wî/wê bike. Lê bi pêşketina fîlozofiyê û teknolojiyê re xaleke din li van xalan zêde bûye ku ew jî hevtemamkirina raman û pratîkê ye. Ji ber ku di roja me ya îroyîn de zanist yekane riya rast tê qebûlkirin, zanistî carinan zordestiyê li fîlozofiyê dike. Bi gotineke din carinan pratîk zorê dide ramanê lê kêm be jî carinan raman zorê dide pratîkê. Lê hem dîroka fîlozofiyê û hem jî ya zanistê cih nedaye raman û kirinên jinan. Lewra ev her du qad jî di aliyê jinan de kêm mane.

Tevî hemû kar û barên jinan ên di jiyanê de mêran serdestiya xwe li dîrok û şariştaniyê da qebûlkirin. Her çiqas avakarê jiyanê jin bê jî bi demê re mêran ev diyarde ji wan dizîn an jî ji wan standin. Mêran xwe weke xwediyê jiyan, şaristanî û azadiyê da nîşandan, her wiha ev yek bi jinan jî da qebûlkirin, jixwe ji ber vê yekê gelek fîlozofên femînîst dibêjin ku jin ragirên zayenda civakî ne. Jinên ji jiyan û azadiyê dûr ketîn, weke nûnerên pergala baviksalarî tevdigerin û vê pergalê li zarokên xwe didin pejirandin. Helbet li vir jin nayên tawambarkirin, ji bo balê bikişînin li ser fêlbaziya mêran wiha tê gotin.

Fîlozofî li ser dijberiya obje û subje/kirdeyê pêşketiye. Jin jî di dîroka fîlozofiyê de wekî obje hatiye binavkirin. Kirde her tim mêr e û mêr avakerê her tiştî hatiye nîşandan. Lewra fîlozofiyê ti rol nedaye jinan û jin carinan bûne dehbe, pîrebok carinan bûne zindiya piştî ajalan ango ajal jî li gorî jinan di asteke jortir de ne. Abdulah Ocalan bi fîlozofiya xwe ev tiştên li ser jinan hatîn ferzkirin hemû red kirin. Berêvajiyê fîlozofiya Rojava û zanista Rojava jin xistin navenda jiyan, azadî û fîlozofiya xwe. Ocalan da diyarkirin ku heta jin azad nebe meriv nikare qala jiyan û azadiyê jî bike. Ango azadiya jiyanê bi azadiya jinan ve girê da. Îro di fîlozofiya Ocalan de jin bûne xwedî vîn, pêşengtiyê ji şoreş û şerî re dike. Jina xwedî vîn bi vê fîlozofiyê dest bi guhertina hişmendiya xwe û mêran kir. Di destpêkê de xwe guhertin, dûv re mêrên derdora xwe, herêma xwe û niha jî berê xwe dane guherîna dinyayê. Helbet ji bo vê gelek bedel da û kurt kurmancî ev fîlozofî bi xwînê şîn kir. Ev fîlozofî di pratîk de hate honandin ango ev tenê di gotinê de nema, tevgera jinên kurd di her qada jiyanê de pratîka vê pêk anî. Di qada siyasî, leşkerî, dîplomasî, hişmendî û hwd. de jinên kurd xwe bi vê fîlozofiyê heyî kirin. Xwenaskirina jinan bi fîlozofiya Ocalan pêk hat. Lewra îro li seranserî Ewropa û gelek deverên din jinên azadîxwaz dirûşmeya jin jiyan azadî diqîrin.

Mijara vê nivîsê jî di eslê xwe de ev dirûşm e ku li ser bingeheke dûvdirêj a vê bedeldayînê ye: Jin, jiyan, azadî. Bê guman temenê vê dirûşmeyê pir ne dirêj e ku meriv dikare bibêje hê ciwaniya xwe dijî. Ev dirûşm li ser bingehê fîlozofiyeke xurt hatiye gotin ku hem di gotinê de hem jî di kirinê de şênber bûye.

Ev gotin bi têkoşîna tevgera jinên kurd li Kurdistanê derket û îro li tevahiya dinyayê tê berzkirin. Ev gotin li ser bingeha fîlozofiya Abdulah Ocalan a der heqê jin, jiyan û azadiyê de derket û belav bû. Nêrînên Ocalan ên der barê têgihên jin û jiyanê yên wekî “ev her du têgih ji heman çavkaniyê ne, lewra ji bo azadiya jiyanê pêwistî azadiya jinan heye” rê li ber vê dirûşmê vekir. Vê nêrînê, fîlozofiya li ser bingeha serdestiya mêr hatî avakirin jî serobino kir. Dijberiya jin û jiyanê ji holê rakir û azadiya jiyanê bi azadiya jinan ve girê da. Vê yekê da diyarkirin ku heta koletiya jinê hebe, jiyan jî wê kole be. Diyalektîka li ser bingehê dijberiya azadiya jin û jiyanê cihê xwe hişt hevkariya wan. Lewra îro jin û jiyan di heman astê de daxwaza azadiyê dikin.

Lewra jinên ku li nav sînorên qada taybet/malbatê hatî hepiskirin bi vê fîlozofiyê derket qada gelemperî û di şer, berxwedan û serhildanan de pêşengtiya azadiya xwe û jiyanê kir. Bi vê fîlozofiyê jinan hov û barbarên DAIŞ’ê bi tilîlî û dirûşma jin, jiyan, azadî têk birin. Bi vê fîlozofiyê jinan keziyên xwe xistin sembola serhildana dijî melayên komara sêdarê. Bi vê fîlozofiyê jinan serî li hemberî baviksalariya hezar salan rakir û xwe heyî kir.

Mêrên derdora vê fîlozofiyê jî têgihiştin ku azadî bi azadiya jin û jiyanê pêkan e, lewra beriya jinan êdî mêr jî vê dirûşmê diavêjin.

Jixwe li gorî Abdurahman Gok di çalakiya yekem a piştî definkirina Jîna Emînî de ciwanekî 16 salî ev dirûşme avêtiye û piştî wî ciwanî ev bû sembola serhildana Rojhilat û Îranê. Bi serhildana Rojhilat û Îranê ev dirûşm li gelek dever, parlemento û qadan hate gotin. Ji aliyê gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinan ve hate berzkirin. Ev dirûşme bû mijara gelek nivîs, nûçe û bernameyên televîzyonan.

Helbet beriya vê serhildanê jî ev dirûşm hebû û ji aliyê gelek kesan ve dîsa dihat gotin. Di çalakiyên jinan de dirûşmeya sereke bû. A rast ev dirûşm bi berxwedana jinên Rojava ango YPJ’ê li dinyayê belav bû. Bi YPJ’ê jiyana azad bi destên jinên azad şênber bû û pratîka vê fîlozofiyê gihişt asteke bilind. Weke gotina dawî ramana bikeve pratîkê, ew raman diguherîne û nemir dibe. Niha ramana jiyana azad bi jinaên azad pêkan e, ketiye pratîkê û jiyaneke nû pêşkeşî mirovahiyê dike. Naxwe em careke din biqîrin û bibêjin: JIN, JIYAN, AZADÎ; JIN, JIYAN, AZADÎ; JIN, JIYAN, AZADÎ!..