4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Iraqê li gel şandeya Şengalê civiya

Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd doh li Bexdayê pêşwazî li şandeyek ku ji nûnerên pêkhateyên Şengalê pêkdihat kir. Şandeyê li gel serokkomarê Iraqê li ser çend mijaran axivîn

Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li gel şandeyek ku ji nûnerên pêkhateyên Şengalê pêk dihat civiya. Di civînê de serokkomarê Iraqê bal kişand ser zêdekirina hewildanên ji bo vegerandina koçberan a li ser cih û warên wan kir û xwest lezê bidin ji nûve avakirina Şengalê.

Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd doh li Bexdayê pêşwazî li şandeyek ku ji nûnerên pêkhateyên Şengalê pêkdihat kir. Şandeyê li gel serokkomarê Iraqê li ser çend mijaran axivîn.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê serokkomartiyê ve hat dayîn, di civînê de serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd diyar kiriye ku divê ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ya welatiyên Şengalê karek cidî were kirin. Her wiha diyar kiriye ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî û vegera welatiyan a cih û warên wan lez were kirin.

Her wiha di civînê de serokkomarê Iraqê îşaret bi pêwîstiya ji nûve avakirina bajêr û pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji bo welatiyan kiriye. Her wiha gotiye ku divê tazmînata kesên zirar dîtine were dayîn.

Şandeya Şengalê jî ji serokkomar xwestiye ku saziyên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê hene, divê bi erka xwe rabin û budceyek ji bo ji nûve avakirina bajêr û hesankirina vegera koçberan were veqetandin.