3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldanên normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re û helwestên dijber  

DYA: "Em kar dikin ku bi Parîs, Berlîn û Londonê re helwesteke çaralî ya aşkera li dijî vê nêzîkatiya bi rejîmê Sûriyeyê re bidin xuyakirin. “

Der barê nêzîkatiyên di navbera rejîma Şamê û dewleta tirk de weletên ereb jî ne wekî hev nêz dibin. Îmarata Erebî hewil dide ku di asteke bilind de beşdarî civîna li Rûsyayê bibe ya ji bo normalîzekirina têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de. Ji aliyekî din ve hin welatên ereb û Amerîkayê hewl didin pêşveçûna “trêna asayîkirinê” rawestînin, yan jî  hin stasyonên wê destnîşan bikin.

Li gor zanyariyên bidest ketine, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê roja çarşema bê li Moskovayê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bicivin. Hewldan hene ku Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayed jî beşdarî vê civînê bibe.

Bi van civînên ku dê werin lidarxistin tê plankirin ku rê li ber lûtkeya serokên hersê welatan Vladimir Putin, Tayyîp Erdogan û Beşar El-Esed veke. Li gorî agahiyan, Îmarat pêşniyara mazûvaniya vê lûtkeyê kiriye, di heman demê de hat ragihandin ku eger li Moskovayê were lidarxistin, dibe ku berpirsekî payebilind ê Îmaratî beşdarî wê lûtkeyê bibe.

Ev mijar di hevdîtina ku Esed û Şêx Ebdullah li Şamê pêk anîbûn, roja Çarşema borî, hatin gotûbêjkirin.

Nexşerê

Herwiha li gorî hin agahiyan tê gotin ku Wezîrê Derve yê dewleta tirk Çawîşoglu  dê rojên 16 û 17’ê mehê serdana Washingtonê bike; Ji bo agahdarkirina berpirsên amerîkî der barê geşedanên têkiliyên bi rejîma Şamê re.

Dîplomatekî rojavayî ji rojnameya Şerq El-Ewset re ragihand ku di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê di navbera dewleta tirk û kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê de, berpirsekî payebilind yê Amerîkî dê van rojan serdana Enqerê bike.

Armanca navbeynkariya Amerîkayê ew e ku li “çareseriyên lihevkirinê” di navbera Kurd û Enqereyê de bigere ku pêşî li êrîşeke nû ya artêşa tirk bigire . Serokomar Erdogan ji ber şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê hewcedariya Washington û Moskovayê bikar tîne.

Forma çaralî

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di nav welatên rojavayî de tekane ye ku li dijî normalîzebûna têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de daxuyanî da û wiha got: “Em kar dikin ku bi Parîs, Berlîn û Londonê re helwesteke çaralî ya aşkera li dijî vê nêzîkatiya bi rejîmê Sûriyeyê re bidin xuyakirin. “