spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yakûp Brûkanli: Mirov bi rûmeta xwe dijî

Piştî ku her kes li dijî vê muameleya keyfî û bêhiqûqî bêdeng ma, min jî ji bo vê hişmendiya jengarî bişkînim ev rêbaz rast dît.

Li girtîgehan zext, tundî û tecrîd her diçe kûr û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Yakûp Brûkanliyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê ku bi tecrîda giran û binpêkirinên mafan hate rojevê de girtî ye, li dijî van binpêkirinên mafan di 28’ê cotmeha 2022’yan de xwe şewitandibû, bi riya nameya ku ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê re şandiye zextên rû bi rû maye anîn ziman.

Brûkanli di nameya xwe de cih da binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû dimîne, anî ziman ku ji bo bêdengiyê şermezar bike xwe şewitandiye. Beşeke nameya Brûkanli ku ji ber şewitîna laşê xwe pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî wiha ye;

Bi cop merheba

“Di adara 2022’yan de ez ji Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê hatim kirin. Nêzî 5-6 mehan li Tîpa T’yê mam. Weke li her derê ev pêvajo ji me re zehmet derbas bû. Em rastî xezeba Zeûs hatin. Dizanim taybetmendiya wî ya bingehîn cezakirin e. Kesên ku ew û tiştên ew dixwazin qebûl nakin bi awayekî herî giran ceza dike. Tu qaîde û rêzikan nas nake. Ji ber ku kes ji ser wî re nîn e. Dema ku Zeûs li her derê be, bêyî ku tu bêjî ‘merheba’ tu bi darê wî re rû bi rû dimînî. Her tim li pey tolhildanê ye. Merhebaya me ya ewil wiha dest pê kir û berdewama wê jî wiha bû.

Li hucreyan greva birçîbûnê

Em bi 15 hevalan re hatin vir. Di bin navê odeyan de em hemû xistin hucreyan. Ji ber ku weke ‘ode’ bi nav kirine hemû pergal wisa ye. Di her korîdorê de 6 hucre li cem hev in. Em hemû di blokekê de xistin heman hucreyê. Ji bo ku bêjim em vê rewşê qebûl nakin û derbasî odeyan bibin me bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir. Bi saziyên têkildar re daxwazname nivîsî. Piştî ku me bersiveke erênî negirt ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsî û ketim çalakiya greva birçîbûnê.

Ji bo bêdengiyê bişkêne xwe da ber agir

Piştî ku her kes li dijî vê muameleya keyfî û bêhiqûqî bêdeng ma, min jî ji bo vê hişmendiya jengarî bişkînim ev rêbaz rast dît. Mirov bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe yên civakî dijî. Dema ku ev nebin mirov nikare behsa hebûn û civakbûna mirovan bike. Ev rewş girêdayî rewşa zanebûnê ye. hişmendiya mirovekî ya li dijî nirxên civakî çiqaş pêş ketibe, helwesta xwe ya pratîk jî li gorî wê diyar dike. Ez wisa difikirim ku her kesê dibêje ‘ez ez im’ divê li dijî her cure êrîşan nasname, civakbûn û rûmeta xwe biparêze.

Tedawî qebûl nekir

Ez rewşa xwe ya tenduristiyê wiha vebêjim. Di laşê min de ji sedî 30-35 birîn hene. Di asta 1, 2 û 3’yemîn de şewat hene. Dema ewilî ez birim nexweşxaneyê min tedawî qebûl nekir. Tenê birîn pêçandin û paş ve şandin. Ez rojane li revîrê pansûmanan diguherînim. Şewatên di asta yekemîn de baş bûn. Şewatên asta sêyemîn ketin asta duyemîn û şewatên asta duyemîn jî berdewam dikin.”