4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Urdunê civîneke veşartî di navbera artêşa Lîbyayê û komên çekdar de

Hikûmeta El-Dabaiba ya ku dema wê bidawî bûye û dest ji desthilatê bernade bi her awayî dixwaze pêşî li her pêngavek ber bi hilbijartinan de bigire

Li gorî çavkaniyên malpera El-Erebiye Li Urdunê civîneke veşartî ya bi çavdêriya Amerîkayê pêk hatiye. Di civînê de fermandarên artêşa Lîbyayê û serokên komên çekdar ên li Trablusê hatine cem hev.

Li gorî heman çavkaniyê balafireke taybet berê xwe daye balafirgeha Maitika û ber bi paytexta Urdunê ve çûye. Hin kesayetiyên nêzîkî hêzên çekdar kom bi kom derketine Urdinê û hin ji wan jî di rêya Tûnisê re derketine ji bo dîtina kesayetiyên ku nûneratiya Rojhilatê Lîbyayê dikin, nemaze piştî radestkirina girtiyan di heyama dawî de.

Di vê çarçoveyê de Serokê Parlementoya Lîbyayê Egîla Salih û serokê Desteya Bilind ya Dewletê Xalid El-Mişrî beriya çend rojan li paytexta Misirê li hev civiyabûn û xwestibûn ku li ser bingeheke destûrî lihevkirinekê pêk bînin da ku ber bi hilbijartinên giştî ve biçin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Encûmena Bilind a Lîbyayê Xalid El-Meşrî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de bal kişandibû ser astengiyên li pêşiya hilbijartinan û wiha gotibû: “Hikûmeta El-Dabaiba ya ku dema wê bidawî bûye û dest ji desthilatê bernade bi her awayî dixwaze pêşî li her pêngavek ber bi hilbijartinan de bigire. “