6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îzmîrê jinekê xwest ji hevjînê xwe veqete hat kuştin

Necmiye Vûral a li Karabaglara Îzmîrê dixwest ji M.A. veqete, ji aliyê wî ve hat kuştin.

Jina bi navê Necmiye Vûral (40) nişteciha taxa Lîmontepe ya navçeya Karabaglara Îzmîrê ye, hat kuştin. Vûralê dixwest ji zilamê bi navê M.A. veqete. Ev daxwaza wê bi kuştinê wê bi encam bû. M.A. li Vûralê da û wê qetil kir. Keç û lawê Vûral agahî dan tîmên tenduristiyê. Li ser gilîkirinê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Vûral jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî.

Kujer M.A., li kargeha xwe ya li navçeya Karşiyakayê hat binçavkirin û piştî karûbarên edliyeyê hat girtin.