spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêrsa li dijî darvekirinan zêde dibe

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê didome û li dijî darvekirina xwepêşanderan nerazîbûnên tund hatin nîşandan.

Tevî darvekirin, kuştin, îşkence û girtinan jî nerazîbûna li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî dewleta Îranê bênavber berdewam dike. Dewleta Îranê duh danê siharê xwepêşanderên bi navê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî, bi hêceta tev li xwepêşandanan bûne bi darve kir. Darvekirin bûn sedema nerazîbûnên tund.

Bi dehan hunermend, çalakvan, kesayetên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinan bi rêya hesabên xwe yên torên civakî nerazîbûn nîşanî desthilata Îranê dan.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Muînî, li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî arvekirina xwepêşander Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî dan û peyamek parve kir. Siyamed Muînî, di peyama xwe de ev tişt gotin; “Bi darvekirina têkoşerên li ser cadeyan a bi tometên nerast, wê yekê piştrast dike ku rejima Îranê di dawiya temenê xwe de ye, li beramberî civak û serhildanan hîn zêdetir tirsaye.”

Duh bi şev li Tahran û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin û welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî desthilat û darvekirinan nîşan dan. Li piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî goristanên kesên di serdema Komara Îslamî de hatine kuştin, hatin gulebaran kirin.