4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cizîr û mihrîcana tirkî

Mîrza Ronî

Ev demeke di rojevê de ye ku wê li Cizîrê ji hêla erkdarên dewletê ve mihrîcanek were lidar xistin. Dema bernameya mihrîcanê belav kirin, tê de hat dîtin ku du stranbêjên kurd jî hene. Ango Xêro Ebas û Tara Mamedova jî xwe ji mihrîcanê  re amade kiribûn ku tev li bibin. Lê dema dîtin gelê li Cizîrê û gelê kurd neraziye ku tev li bibin wî demî hêdî hêdî xwe ji nav bernameya mihrîcanê derxistin. Û mihrîcana ku gelê Cizîrê naxwaze were lidar xistin dê bi rengekî tirkî li ser axa kurdî were lidar xistin!

Başe gelo çima ev mihrîcana tirkî teybetî li Cizîrê çêdikin? Çima teybetî li ser axa kurdî çêdikin? Rengê Mihrîcana wan hêj niha diyare rengekî ne li gorî çanda Cizîra Botan e!

Li gorî dîtina min hewcedariyeke bi çavderiyek hûr heye ku mirov li pey pirsa; çima li Cizîrê here. Qeyûm xanima ku li Cizîrê bûyî erkdara qeymeqamiya Cizîrê roja ku bûyî erkdar û heta niha ling nadaye berxwe û li nav cizîriyan digere, gelo çima? Dîroka Cizîrê de cara yekem e ku erkdarek jin dibe qeymeqama Cizîrê, gelo çima erkdarek jin!

Diyar dibe ku bi erkên teybet qeyum li nav kolanên Cizîrê digere û dixwaze çanda kurdî nas bike, da ku bi nêzîkatiyeke nerm çanda kurdî di serkaniya Cizîrê de bihelîne! Ev erk dane qeyuma Cizîrê!

Tê zanîn îro herema Botan û teybetî Cizîr çanda kurdî li ser lingan digire û gelê Botan kurdperwer e. Wî demî ev kurdîpeweriya Botan-Cizîrê di çavê desthilatdariyê re diçe!

Desthilata tirkî ji kurdperweriya Botan-Cizîrê ditirse. Bo ku heta niha politikayên qedexe û helandinê bandora xwe zêde li Botanê nekiriye! Îro ji bi starta mihrîcana tirkî armanc dikin ku bi rengekî nerm helandinê li Botan-Cizîrê belav bikin! Li ser nirxê gelê Cizîrê, li ser axa kurdî dixwazin vê bêrêziyê bikin!

Çend xwefiroşên neviyên Beko jî ji bo mihrîcana tirkî di nava xebatan de ne! Lê axa ku bi helbestên Meleyê Cizîrî hat avdan û çanda ku bi evîna Mem û Zîn xemilî dê ji nav kolanên Cizîrê newe şûştin û dê ala kurdî her û her li Cizîrê serdest be!

Gelê Cizîrê ji xwe bawere û hêza xwe ji çanda xwe digire. Îro li Cizîrê jiyana cizîriyan piranî kurdî ye, zarok kurdî ne, kolan kurdî ne, evîn kurdî ne… Wê demê çima mihrîcaneke tirkî!

Gelê Cizîrê û Botanê sekna xwe ji zû de diyar kiriye, dê tev li vê mihrîcanê nebe û dê rê nede desthilatdariya tirkî û tev li mihrîcana tirkî nebe!