spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP: Em ji her demê bihêztir in

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku roja xwedîderketina li rûmeta rojnamegeriyê ye.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî girtina 9 rojnamegerên li Enqereyê daxuyaniya nivîskî da. MKGP’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku divê dengê hevpar hîn bi hêztir bibe û wiha got: “Îşkence, girtin, zext, tundî ya li dijî çapemeniya azad a kurd her ku diçe zêde dibe. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo civakê bike yektîp, ji bo tirsê belav bike, gel çavtirsandî bike, israra xwe ya di şer de didomîne, ji bo sûcên dike xuya neke, rastî ji civakê re neyê ragihandin dîsa çapemeniya azad a kurd kir hedef. Îktidara ku bi bêtehemuliyeke mezin nêzî kesên ne ji wan e, dibe: herî dawî bi “Zagona Sansurê” ya ji meclisê derbas kir ji bo çapemeniya azad a kurd bide sekinandin, ket nava tevgerê.”

MKGP di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girtinên rojnamegeran ên dawî û wiha got: “Di lêpirsîna navenda wê Enqere bû de, bi wextekî hemdem li 9 bajaran bi ser mala 11 hevalên me de hat girtin, bi kelepçeya berovajî û kaşkirina li erdê hevalên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di nava çar rojên di bin çavan, nehat hiştin ku hev bibînin û bi vî rengî hatin tecrîdkirin. Îşkenceya bi gotinan, îşkenceya derûnî û fîzîkî li wan hat kirin. Bi taybet ji bo rojnamegerên jin sepaneke taybet ket meriyetê û bi hewldanên derket holê hat xwestin rojnamegerên jin bêrûmet bên hiştin. Îro careke din em  bi girtinên ji bo rojnameger rastiyê ji civakê re ranegihînin û rastiyê nenivîsin hatin hemberî hev. Ji hevalên me yên hatin binçavkirin Diren Yurtsever, Habibe Eren, Oznur Deger, Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin û Emrullah Acar serê sibehê bi senaryoya ku bi awayekî bê deng hatibû amadekirin hatin girtin. “

MKGP operasyona di 8’ê hezîranê  ku li dijî rojnamegeran de hat lidarxistan bi bîr xist û ev tişt got: “Di 8’ê hezîranê de li Amedê 16 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî hatin girtin. Wekî hinceta girtinê jî faliyetên wan ên rojnamegeriyê hatin nîşandan. Derbarê hevalên me yên ku dike têkeve meha pêncan ku girtîne hîn tu îddianame nehatiye amadekirin.  Li dijî girtinan ew ê rojnemegerên jin terka qadan nekin, ew ê şopdarên heqîqetê bin. Çapemeniya Kurd a Azad tu carî dev ji dîtina rastiyan û dev ji şopandina heqîqetê bernedan. Di vê oxirê de gelek berdêl hatin dayin û îro jî tê dayin…Em têk neçûn û em têk naçin! Çi rejîmên zextxwir û otokrasî be jî divê pîşeya rojnamegeriyê wekî hinceta binçavkirinê neyê nîşandan û rojnameger neyên girtin. Em çiqasî li ber xwe bidin û têbikoşin em çiqasî bê tirs pîşeya xwe bikin, ew ê zû yan jî dereng rastî derkevin holê. Faliyetên rojnamegeriyê, kamerayên me û pênûsa me nikarin wekî sûc bên hesibandin. Em ji her demê bi hêztir in ji ber ku em lêgerên heqîqetê ne.”

MKGP banga bi hêzkirina dengê hevpar kir û bi wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Îro bêhiqûqî û bêedaletiya dest me dide wê sibehê dest kesên dengê xwe dernaxin, bide. Em bang li hemû rojnamegeran dikin, roja xwedîderketina li rûmeta rojnamegeriyê ye. Îro em li rûmeta rojnamegeriyê xwedî dernekevin, dibe ji bo sibehê gelekî dereng bimîne. Bi taybet li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurd em ê wekî jinên rojnameger tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li berxwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê.”