8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Federalîzm

Di federalîzmê de her beşa civakê xweser e û xwe li gorî çand û bîr û baweriya xwe bi rê ve dibe. Federalîzm ji bo kurdan rêvebiriyeke baş û guncaw e

Di civaka kurdan de zarava, ol, mezheb, bîr û bawerî pir in: êzidî, elewî, sunî-misilman, kakeyî, şiî, cihû, kurmanc, loran, kirmanc (zaza), soran…

Ev beş an jî kategorî her yek li gorî xwe xwedî rewş, taybetmendî, kûrahî, hestiyarî û karakterek e, mirov nikare vana gişan bi zagonekê bi rê ve bibe. Heke mirov misilmantiyê bilind bike û zagona wê ji civakê re bike bingeh, wê çaxê kurdên êzidî û cihû û elewî wê mafên wan biçewise; ger mirov di warê zaravayî de soranî bilind bike û ji civakê re bike bingeh, îcar wê zaravayên kurmancî û goranî û kirmanckî biêşin û mafên wan binpê bibe. Civaka kurdan ji ber dînamîkên xwe yên dîrokî û siyasî –û bi taybetî jî ji ber erdnîgariya xwe ya çiyayî– civakeke pirreng e, pirçand e.

Montesquieu di pirtûka xwe ya “Giyanê Zagonan” de destnîşan dike ku erdnîgarî zagonên civakekê diyar dike; civakeke deryayî, yeka çolî, û yeka çiyayî nikarin bi heman zagonê bên birêvebirin, zagonên erdnîgariyê zagonên mirovan difesilînin… Ji bo civaka kurdan û civakên din ên pirçand pergala herî rast federalîzm e.

Federalîzm di xwe de pir dengan dihewîne û ji wan ahengekê saz dike. Di federalîzmê de her beşa civakê xweser e û xwe li gorî çand û bîr û baweriya xwe bi rê ve dibe. Federalîzm ji bo kurdan rêvebiriyeke baş û guncaw e; wek mînak, li Şengalê êzidîtî û zaravayê kurmancî wê girîng bin û “Federasyona Şengalê” pêk bînin; li Dêrsimê elewîtî û zaravayê kirmanckî wê girîng bin û “Federasyona Dêrsimê” pêk bînin; li Qamişlo kurmancî û şafiîtî wê girîng bin û “Federasyona Qamişlo” pêk bînin…

Bi vî awayî her herêm wê li gorî taybetmendî û çanda xwe federasyoneke xweser be û xwe bi rê ve bibe. Ger ne wiha be, ango ne federalîzm lê unîterî be, wê beşek hemû beşên din bipelçiqîne, wê ti carî aramiya civakî ava nebe û rizgarî û yekitî saz nebe. Lê helbet xalên sereke wê ne bi tenê ol û ziman bin, wê federasyon di hemû mijaran de azad be. Her federasyonek wê parlamentoyeke wê hebe, wê hevserok û kabîneyeke wê hebe û wê zagonên xwe ew bi xwe çêke. Her wiha her federasyon wê aleke wê hebe, wê hêzeke wê ya çekdar a ji bo parastinê hebe.

Vana wê parçebûnê çênekin, dijberî wê, wê parçebûna heyî ji holê rakin. Gava her kes ji bo ol, mezheb, zarava û bîr û baweriya xwe bixebite wê bêtir dilxwaz be, wê bêtir bextewar be, wê bêtir zelal be, wê bêtir ji bo azadiyê bi dil û can bixebite. Lê ji bo di nav kurdan de têkilî û dilîniya hevbeş winda nebe pêdivî bi hin zagonên giştî û neteweyî jî hene. Ji van çend heb zagon dikarin wiha bên rêzkirin:

1 – Gerek zaravayekî kurdî –yê ku di nav hemû kurdan de pir berbelav e– bibe zimanê fermî yê giştî; ango li gel zaravayên fermî yê her federasyonê wê zimanekî fermî yê giştî jî hebe û wê ev ziman li dibistanên her federasyonê mecbûrî were fêrkirin.

2 – Wê parlamento û hevserokatiyeke giştî û neteweyî hebe li gel ên herêmî. Ev parlamento û hevserokatî wê ji alî hemû federasyonan (herêmên xweser) ve were hilbijartin û wê di ser parlamentoyên herêmî re be; wê biryarên wê ji alî her kesî werin cî.

3 – Wê al û sirûdeke neteweyî ya giştî jî hebe û vana wê di qada navneteweyî de temama welat temsîl bikin.

4 – Wê artêşeke giştî hebe. Hêzên çekdar ango parêzvanên her federasyonê ji bo avakirina vê artêşê wê beşeke leşkerên xwe bide vê artêşa giştî. Di federasyona Kurdistanê de ji bilî herêmên çandî di heman demê de her bajar û navçe jî dikare bibe federasyoneke nû. Li gorî rêjeya gelheya welat, ger ew bajar an jî navçe hejmareke maqûl pêk anîbe, ew jî dikare bibe herêmeke xweser. Keskparêz, hevzayend, şerîetparêz, ateîst an jî bîr û baweriya wan her çi be ferq nake, ger li navçeyekê, mirovan ji xwe re yekitiyek çêkiribe û fikra wan ew be ku bibin federasyonek, wê karibin; wê federasyona xwe ava bikin û xwe bi rê ve bibin. Pergala federalîzmê pergaleke pirmend (pluralîst) û pirçand e. Azadî, bextewarî û pêşketin bi pirmendiyê ava dibe, ne bi yekmendiyê (monîzm).

Belkî hinek kurd di bin bandora tirk û farisan de bûbin “unîter”, lê giyanê kurdan giyanekî “federal” e. Med jî federal bûn û ji ber wê li dinyayê hêzeke mezin afirandin. Sîstema kurdan federalîzm e, ne unîteriya teng û hişk. Kurd ji ber erdnîgariya xwe ya çiyayî azad jiyane, ferqên wan ên ji hev çêbûne, ji ber wê mirov nikare wan di kirasekî yekreng û teng de bicircirîne