19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika 70 salî roja imzeya pirtûka xwe lidar xist

Dayika kurd ya 70 salî Fewziya Qiço piştî ku hînî xwendin û nivisandina bi kurdî bû pirtûkek bi nabê Bîranên Jineke Kurd nivisand û çap kir

Li rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê imzekirina pirtûkekê hebû. Tiştê balkêş û xweş ê vê nûçeyê ew e ku xwediya pirtûkê dayikeke kurd a 70 salî ye. Doh dayika kurd Fewziyê Qiço li bajarê Amûdê pirtûka xwe ya bi navê “Bîranên jineke Kurd” li navenda radyoya Arta Fm imze kir.

Li rojavayê Kurdistanê dayikeke kurd a 70 salî xwe hînî xwendin û nivisandina bi zimanê kurdî kir. Dayika bi navê Fewziye Qiço heskirina xwe ya ji zimanê xwe re bi vê yekê tenê nehişt û ew zanebûna xwe ya ku bi dest xistiye wekî berhemekê jî çap kir. Hêjayî gotinê ye ku Fewziya Qiço tucaran neçûye dibistana erebî jî.

naveroka pirtûkê çîrokên rast li ser jîngeha jinan, adet û kevneşopiyên herêmê û bûyerên ku ji nêzîk ve girêdayî vê civakê ne vedibêje.