Rayedarên Rêveberiya Xweser doh (5`ê Kanûnê) li Luksembûrgê bi endamên partiya Çepgir a Luksembûrgê re civiyan . Tê de herdu aliyan rewş, geşedan û dozên hevbeş nîqaş kirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya wê û şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dijî DAIŞ`ê kir.
Omer bal kişand ser gefên dewleta tirk li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdebûna êrişên wê di dema dawî de, hedefgirtina welatiyan, cihên giştî û saziyên xizmetgûzariyê û rewşa jiyanî û mirovî.
Omer destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê, hemû hêz û kesayetên alîgirên tecurbeya Rêveberiya Xweser bikevin tevgerê û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.
Rayedarên Partiya Çepgir a Luksembûrgê jî dan xuyakirin ku ew geşedanên li bakurê Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Di heman demê de ji ber windahiyên sivîl mixabiniya xwe nîşan dan û diyar kirin ku hedefgirtina welatiyan û binesaziyên wekî nexweşxane, dibistan û hwd sûcên dermirovî ne û divê li ser wan sûcan hesab ji dewleta tirk bê pirsîn.
Rayedarên Partiya Çepgir pensê tecrubeya Rêveberiya Xweser da û tekez kirin ku divê xebat, hevkarî û piştevaniya vê tecrubeyê bê xurtkirin. Di heman demê de li hember hemû êriş û planên qirkirinê piştgiriya xwe bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da.