13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka kurd ji rewşa Ocalan bifikar e

Heke baroyên heyî ne li gorî berjewendiyên xwe lê li gorî hiqûqê nêzî vê mijarê bibin, bikin rojeva xwe hingê ez bawerim dê Wezareta Dadê jî bersivekê bide wan serlêdanan. Ji xwe hêvî û armanca ji van serîlêdanan jî ev e

Der barê xebatên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û di van rojên dawî de serîlêdanên baroyan ji bo hevdîtina bi serokê PKK’ê Abdulah Ocalan re, fikarên raya giştî der barê rewşa Ocalan de û zêdebûna nerazîbûnên li dijî tecrîda giran a li ser birêz Ocalan me hevdîtin bi hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Bunyamîn Şeker re kir.

We wekî OHD’ê heta niha ji bo zelalkirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li gelek Baroyên Tirkiyeyê dane, armanca vê yekê çi ye?

Ji sala 2021’ê heta niha mijara tecrîda li ser serokê PKK’ê Abdulah Ocalan mijara me ya sereke ye. Wekî tê zanîn ji sala 2011’an heta niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran û bêhempa tê meşandin. Ji sala 2011’an ve parêzer tenê 5 caran çûne serdana Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin kirine. Ew hevdîtin jî di encama berxwedana li zindanan pêk hat. Di sala 2018-2019’an de ji bo balê bikşînin ser vê tecrîda girankirî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû û di encamê de destûra parêzeran dabûn ku biçin Îmraliyê. Piştî sala 2019’an wekî tê zanîn birêz Ocalan tenê 4 deqeyan bi birayê xwe re bi telefonê hevdîtin kiribû. Ev derdora 20 mehan in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin.

Lewre jî di sala 2021’ê de pêşî wekî deklarasyonekê me bi parêzeran re dest pê kir û di encamê de 765 parêzeran dan xuyakirin ku ew biryara ku nahêle parêzer biçin serdana Îmraliyê tiştekî li dijî hiqûqê ye tê xwestin ku demek beriya demekê ji vê biryara xwe vegerin û destûrê bidin parêzer û malbatê ku biçin serdana Ocalan.

Lê wezareta dadê tu bersivek neda banga wan parêzeran lewre me jî wekî Komeleya Hiqûqnasên Azad OHD’ê plansazî û xebatên xwe li wê gorê dan meşandin.

Di 8’ê adara 2021’ê de wekî hevserokên OHD’ê me serî li Wezareta Dadê da ku em dixwazin biçin hevdîtina birêz Ocalan lê belê daxwaza me bêbersiv hate hiştin û tu bersivek nedan me. Piştî wê di 27’ê gulanê de me li Stenbolê wekî konferansekê lidarxist û di encamnameya wê konferansê de jî daxwaza me ew bû ku tecrîda li ser birêz Ocalan rabe lê dîsa jî Wezareta Dadê tu bersivek neda daxwaza me.

Di hezîrana 2022’yan de 775 parêzeran li dozgeriya Bursayê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kir lê ew daxwaza me dîsa bêbersiv ma. Wekî din jî jixwe Buroya Sedsalê her hefte serîlêdana ji bo hevdîtinê dike û tu bersivek ji wan re jî nayê dayîn.

Bersiveke çawa didin, dibêjin em destûrê nadin an jî tu sedemekê ji bo we nîşan didin?

Na bi tu awayî bersivê nadin, ne erê ne jî na. Bi awayekî defakto ji xwe sîstemek ava kiriye her wekî ku tu serlêdan nehatin kirin, çi xebatek an jî bangewaziyek nehatiye kirin. Vê gavê Wezareta Dadê û hikûmeta AKP’ê wiha nêz dibe, çav û guhê xwe digire û nêzîkatiyeke wiha nîşanî hemû bangawazî û serlêdanan dibe.

Lê em jî van tiştan tevan rapor dikin û me ew tev şandin CPT’yê.  Me di rapora xwe de got ku tevî ewqas serîlêdan û daxwazên hevdîtinê hatine kirin lê Wezareta Dadê tu bersivek nedaye van bang û serlêdanan.

Paşê wekî tê zanîn di navbera 20 û 29’ê îlonê de heyeta CPT’yê hat serdana Tirkiyeyê û di rewşeke awarte de çû serdana Îmraliyê.

Em vegerin ser banga we ya ji bo baroyên hiqûqê niha ew xebat di çi astê de ye?

Wekî tê zanîn mafê hemû girtiyan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike her wiha mafê her parêzerekî jî heye ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike. Lê ji ber ku ev maf nayê bikaranîn me ji hemû baroyên ku endam in alîkarî xwest.  Endamên baroyên  Wan, Colemêrg, Êlih, Amed, Mêrsîn, Stenbol, Enqere, Îzmîrê û hin deverên din parêzeran serî li baroyên xwe dan, lewre em jî niha ji baroyan vê yekê dixwazin ev maf mafekî zagonî ye, hikûmeta AKP’ê û Wezareta Dadê nahêle em vî mafê xwe bikar bînin. Wek endamekî baroyê em dixwazin baro li endamên xwe xwedî derkevin û ji bo em bikaribin vî mafê xwe bikar bînin divê bi wezareta Dadê û dozgeriya Bursayê re bikeve nava têkliyê û ev qedexekirina li dijî hiqûqê ji holê were rakirin.

Di demekê de ku çavê raya giştî li hêviya agahiyekê ji serdana CPT ya Îmraliyê bû, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxuyaniyekê ragihand ku muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê. Tu dikarî hinekî berfirehtir behsa vê mijarê bikî?

Bi rastî piştî wê daxuyaniya ku Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT re di nava raya giştî de bû cihê pirs û fikaran. Em wekî saziyeke hiqûqê jî fikarên me zêdetir bûn. Jixwe berê fikarên me hebûn û lewre me ew xebatên xwe dimeşandin lê piştî vê daxuyaniyê fikarên me jî zêdetir bûn.  Civaka kurd jî ji vê bifikare.

Ev agahî wekî bihîstinekê hate gotin lê rewş çi ye em nizanin. Jixwe baroya Sedsalê di daxuyaniya xwe de jî dibêje wan hevdîtin bi CPT re kiriye lê CPT tu agahî nedaye wan, 45 deqeyan bi wan re hevdîtin kirine lê tu agahî der barê muwekilê wan birêz Ocaln de nedaye wan.

Di heman daxuyaniyê de li ser zimanê CPT tê gotin ku heta hikûmeta tirk destûrê nede CPT nikare rapora xwe bi raya giştî re parve bike. Sedema vê hincetê çi ye, ji ber kîjan sedeman serî li vê rêbazê tê dayîn?

Di destpêkê de divê em bizanin ku CPT ne saziyeke sivîl e, ew ji aliyê dewletan ve hatiye avakirin û berpirsên dewletan cihê xwe di nav de digirin. Lewre jî hemû tevgerên CPT girêdayî wan dewletan e.

Prosedûra wan ew e dema ku biçin serdanekê an jî raporekê amade bikin pêşî bi dewletê re parve dike heke dewlet wê raporê erê bike jinûve ew dikare bi raya giştî re parve bike.  Lê li vir rewşeke awarte heye û ew serdana CPT ya dawî ne di şert û mercên normal û rutîn de pêk hat.

Di vê serdanê de ew ji bo çavdêriya kapên penaberan hatibûn lê piştî dabû xuyakirin ku ew çûye serdana Îmraliyê jî.  Lê CPT tu agahiyekê der barê ew çima çûye serdana Îmraliyê yan jî çima ew hevdîtin pêk nehatiye nade.

Heta di hevdîtina xwe ya bi parêzerên Buroya Sedsalê de jî tu agahiyek nedaye, tenê gotiye prosedûra me heye heta ew prosedûr neyê cih em nikarin tu agahiyan bidin we.

Lewre mirov nikare bêje ku CPT jî li derveyî vê pergala ku li Îmraliyê pêk tê, ew jî di nava vê pergalê de ye. Di nava kopmloyê de ew jî heye. Ji ber ew saziyeke çavdêriyê ye û her meh an jî ji her 3 mehan carekê rewşê ji hikûmeta tirk dipirse û dişopîne.

Lê ew sazî jî mixabin li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere û berpirsiyariyên dikevin ser milê wê pêk nayne.

Ji ber ku wekî we got ew saziyên wekî CPT û Wezareta Dadê yên hûn serî li wan didin bersivê nadin, Ji bilî CPT’yê çi mekanîzmayên netewî û navnetewî hene ku hûn serî lê didin û di serdanên we de hûn bi bersivên çawa re rûbirû dimînin?

Ev pergala ku niha hatiye avakirin û em di nava hiqûqên navnetewî de serîlêdanan dikin Neteweyên Yekbûyî, CPT, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) heye.

Em rewşa serîlêdanên xwe û bersivên ku jê re tên dayîn an jî wan serlêdanên xwe yên ku bêbersiv tên hiştin tevî wekî raporan amade dikin û  ji van saziyên ku min li jor behsa wan kir re dişînin.

Wekî mînak gelek caran cezayê dîsîplînê li birêz Ocalan tên birîn lê der barê wan de jî tu belgeyek an jî raporek der barê wan cezayan de bi parêzan re nayê parvekirin.

Lewre em wan mijaran jî dikin wekî rapor û ji wan saziyan re dişînin. Lê mixabin em dibînin ku ew jî li gora konjektora siyasî û li gorî berjewendiyên dewletan nêzî van mijaran dibin û çi gavekî erênî heta niha nehatiye avêtin.

Heta niha çend baroyan bersiva serlêdanên we kirine û çi hêviyên we ji gaveke wiha heye?

Baroyên ku me ji wan re şandin em li hêviya bersivê ne û hin baroyên ku me hîna neşandine ji wan re jî hene. Em bi hêvî ne ku hemû baro bersivê bidin lê heke baroyên Tirkiyeyê bersiv nedin jî em bawerin ku dê baroyên bakurê Kurdistanê bersiv bidin.

Hêviyên me hene ku dê gelek baro bersivê bidin û Li gorî baweriya min heke baro serî lê bidin dê Wezareta Dadê jî bersivekê bide, bi kêmanî erê yan na yan jî çima.

Heke baro rol û misyona xwe bicih bînin dê wezareta dadê jî bersivekê bide. Lewre hêviya ew e ku baro rol û misyona xwe di vî warî de bilîzin.

Baro dikarin ji hikûmet û Wezareta Dadê re bibêjin ku ev tiştê hûn dikin li dijî hiqûqê ye, zagona cezayê di xala 59 de rasterast dibêje ku ev tiştê tê kirin li dijî hiqûqê ye.  Dema ku rayedarên dewletê bi xwe jî diaxifin vê rastiyê dibêjin, wekî mînak wezîrê dadê yê berê Abdulhemîd Gul di axaftineke xwe de wiha bersiva pirsa der barê astengiyên li pêşberî hevdîtinan de dabû û gotibû: “Tu astengî yan jî biryareke hiqûqî li pêş hevdîtinan tune ye”. Madem ku astengî tune ne çima hevdîtin pêk nayên, bêguman ji ber ku ew ne li gorî hiqûqê lê li gorî berjewendiyên xwe nêz dibin.

Divê baro jî ne li gorî berjewendiyên xwe lê li gorî hiqûqê nêzî vê mijarê bibin.Lewre heke baro ne li gorî berjewendiyên xwe nêz bibin vê mijarê bikin rojeva xwe û li ser rawestin, ez bawerim dê Wezareta Dadê jî bersivekê bide wan serlêdanan. Jixwe hêvî û armanca me ya ji van serlêdanan jî ev e.

Bunyamîn Şeker kî ye?

Parêzer Bunyamîn Şeker di sal 1987’an de li Pasûrê hatiye dinyayê. Di sala 2008’an de li zanîngeha Dicle ya Amedê dest bi xwendina beşa hiqûqê kiriye û di 2011’an de beşa hiqûqê bidawî kiriye. Ji sala 2012 heta 2022’yan di qada hiqûqê û mafê mirovan de di saziyên wekî komeleya Mafê Mirovan û TUHAD FED’ê de kar û xebat kirine. Niha jî hevsrokatiya giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê dike.