6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Medyaya alîgir ji manîpulasyonê têr nabe!

Ajansa Anadolûyê (AA) û çapameniya alîgir a hikûmetê, careke din raya giştî bi nûçeyên derew xapandin û endama YPJ’ê Mizgîn Kobanê ku di 2’ê tîrmehê de şehîd bûbû weke ku nû şehîd bûbe ragihandin.

Ajansa Anadolûyê (AA) û medyaya alîgir a hikumetê, duh şehîdxistina endama YPJ’ê Mizgîn Kobanê mîna ku nû pêk hatibe weke nûçeya lezgîn derbas kiribûn. Lê weke nûçeyên berî niha yên bi vî rengî derket holê ku AA û sazî û dezgehên alîgir ên hikumetê di vê nûçeyê de jî raya giştî şaş agahdar dikin û serî li manîpulasyonê didin.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê nûçeyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: “Şervanên ku me berê nasnameyên wan aşkera kirine weke ku nû şehîd bûbûn tên nîşandan. Endama me Mizgîn Kobanê di 2’yê tîrmehê de li Reqayê di êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest daye û rojekê pişt re jî agahiyên têkildarî nasnameya wê bi raya giştî re hatine parvekirin.”